Hejmara 12. a Kurdistanê hat weşandin

Bangên şexsîyetên naskirî yên di qada navneteweyî de, desteka DYAyê ya ji bo Rojava û hewldanên Fransa ya ji bo yekitîya kurdên Rojava sê mijarên giring ên ku di bin bane geşedanên Rojava de hatine weşandin.

Hejmara 12. a e-kovara Kurdistanê hat weşandin.

Mijarên sereke ya vê hejmarê hilweşîna rejîma Baasê ya Esed û geşedanên derbarê Rojavayê Kurdistanê de ne.

Bangên şexsîyetên naskirî yên di qada navneteweyî de, desteka DYAyê ya ji bo Rojava û hewldanên Fransa ya ji bo yekitîya kurdên Rojava sê mijarên giring in ku di bin bane geşedanên Rojava de hatine weşandin.

Kurdistan e-kovareke Infowelat e û ji mehê carekê tê weşandin. Naveroka kovarê bi perspektîfeke dij-kolonyalîst tê amadekirin ku armanca wê self-determînasyon û serxwebûna Kurdistanê ye.

Naveroka hejmara 12. a Kurdistanê wiha ye:

  • Rejîma Esed hilweşîya
  • Baas 60 salan li ser kar ma
  • Minbic hat dagirkirin
  • Cîhan banga parastina Rojava kir
  • Amerîka desteka ji bo Rojava didomîne
  • Amerîka 147 milyon dolar dişine ji Rojava re
  • Fransa ji bo yekitîya kurdan hewl dide
  • Holanda ji bo Rojava biryar girt
  • Parlamentoya Swîsreyê Jenosîda Êzdîyan nas kir

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Moldova ji Rûsyayê re got “Na”

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê di hilbijartinên parlamentoyê ya Moldovayê de bi ser ketin. Encama hilbijartinê bû …