Hejmara 17. a Kurdistanê hat weşandin

Hevpeyvineke balkêş a bi akademîsyenê amerîkî David Romano re di vê hejmarê de cî digire.

Yekitîya kurd, rewşa Konfederalîzma Demokratîk a di konteksta dawî ya Rojava de mijarên sereke yên hevpeyvînê ne.

Hejmara 17. a Kurdistanê bi naverokeke dewlemend li pêşberî xwendevanan e.

Proseya dawî ya li Tirkîyeyê ku Ocalan di navenda wê de ye, çalakîyên 15ê sibatê û desteserkirina Beledîyeya Bajarê Mezin a Wanê mijarên di beşa Kurdistanê de ne.

Polîtîkayên rêveberîya Trump a ji bo tifaqa Transatlantîkê wekî xetere tê qebûlkirin, bi hevdîtinên Amerîka-Rûsya û Konferansa Ewlekarîyê ya Munîhê mijarên beşa Cihanê ne.

Du nûçeyên derbarê zimanên katalanî û baskî de di beşa Cîhanê ya vê hejmarê de hatine weşandin.

Hevpeyvineke balkêş a bi akademîsyenê amerîkî David Romano re di vê hejmarê de cî digire.

Yekitîya kurd, rewşa Konfederalîzma Demokratîk a di konteksta dawî ya Rojava de mijarên sereke yên hevpeyvînê ne.

Kurdistan ji hejmara 14an û vir ve ji du hefteyê carekê tê weşandin.

Naveroka hejmara 17.

  • PKKê destekê da banga Ocalan
  • Şandeya Îmralîyê li Başûr hevdîtinan kirin
  • Çalakîyên girseyî ji bo Ocalan hatin lidarxistin
  • Dewletê Beledîyeya Wanê desteser kir
  • Konseya Ewrûpayê daxuyanî da
  • Bernameyeke akademîk a li ser jinên kurd
  • Yekitîya kurd dikare bi vîzyona lîderan pêk bê
  • Erdheja dîplomasîyê ya li cîhanê
  • Sîstema liberal li Munîhê hejîya
  • Ewrûpa derîyên xwe ji penaberan re digire
  • Denmarkî henekên xwe bi Trump kirin
  • Bloqaja partîyên îspanyolîst a li Katalonyayê
  • Tevgera ziman biryara Navarrayê protesto kir

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …