Çima Lavrov hat Enqereyê?

A.Rahman Çelîk

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çû serdana Tirkîyeyê.

Sergey Lavrov li paş deriyên girtî, bi Hakan Fîdan û Tayyib Erdogan re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di bin siya hevdîtinên Ûkraynayê de, serdaneke nepen li Tirkîyeyê kir.

Lavrov li paş deriyên girtî, bi hemkarê xwe Hakan Fîdan û şefê rejîma tirk Tayyib Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Serdana Lavrov ji ber sedema ku li sêyemîn salvegera şerê Ûkraynayê rast hat, xwedî giringiyeke sembolîk bû.

Nepeniya serdanê ji destpêkê û vir ve xwe da der.

Wezareta Rûsyayê heta ku Sergey Lavrov negihîşt Enqereyê tu agahî par ve nekir.

Paşê, çavkaniyên dîplomatîk ên Enqereyê ragihandin ku armanca serdanê muzakereyên Ukraynayê ne û Lavrov ji bo hevkariya Tirkiyê çûye Enqereyê.

Lavrov berê ewil bi Hakan Fîdan re li paş deriyên girtî hevdîtin pêk anî, bes naveroka hevdîtinê ji çapemeniyê re nehat eşkerekirin.

Wezîrê Rûsyayê paşê jî bi heman şêwazê bi Tayyib Erdogan re hevdîtin kir.

Hakan Fîdan li pêyî hevdîtinê banga aştiyê kir û daxwaz kir ku şerê li Ûkraynayê bi awayekî mayînde bidawî bibe.

Tirkiyê berê jî bangên aştiyê kiribû, bes vê carê li gel Washingtonê cî girt û destnîşan kir ku ew jî nêzîkbûna Donald Trump dipejirînin.

Hevdîtinên li Riyadê

Hêjayî gotinê ye, Amerîka çend roj berê li Erebistana Siûdî bi Rûsyayê re meseleya aştîya Ukraynayê gotûbêj kiribû.

Bi hevdîtina li Riyadê Amerîka nîşan dabû, di ajandaya Trump de cîyê Tİrkîyeyê ya ji bo hevdîtinên aştîyê tune ye.

Erdogan di salên dawî de dixwest rola navbeynkarîyê di navbera Rûsya-Ukraynayê de bigire ser xwe.

Tevî gotinên Lavrov jî, ji niha ve nayê zanîn ka wê Amerîka Tirkîyeyê tevlî vê proseyê bike an na.

Garantîya ewlekarîyê tune ye

Hakan Fîdan bersiv neda pirsên li ser garantiyên ewlekariyê û nexwest di vê mijarê de tiştekî bêje.

Lavrov ji meseleya Ûkraynayê wêdetir, li ser têkîliyên Rûsya û Tirkiyê rawestiya.

Têkîliyên bazirganî û aborî, hevkariya enerjiyê û şirîkatiyên di warê enerjiya nûkler derxist pêş.

Sergey Lavrov jî wekî Hakan Fîdan bersiv neda pirsên li ser garantiyên ewlekariyê.

Tenê ketina Ukraynayê ya NATO’yê wekî xeta sor destnîşan kir, got:

“Ukrayna divê bi tu awayî nebe endamê NATO’yê.”

Foto: Sergey Lavrov û Tayyip Erdogan 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …