A.Rahman Çelîk
Rêxistina Şefafîyê ya Navneteweyî, rapora gendeliyê ya sala 2024an eşkere kir.
Rapor dibêje li gorî sala berê, li Tirkiyeyê tu pêşketin çê nebûye û gendeliya heyî dewam dike.
Tirkiye di nav 180 welatan de, wekî sala borî, dîsa 34 puan stend.
Rêxistina Şeffafiyê ya Navneteweyî rapora normaldîtina gendeliyê ya sala 2024yan eşkere kir.
Tirkiye di nav 180 welatan de, wekî sala borî, dîsa 34 puan stend.
Bi vê puanê rewşa xwe ya xerab dewam kir û di bin 43 puanê skora piraniyê ya cîhanê de ma.
Di raporê de, 180 welat li gorî gendeliya raya giştî tên rêzkirin.
Gendeliya welatan ji 0ê heta 100î tê puankirin.
0 gendeliya herî zêde û 100 jî paqijiya gendeliyê nîşan dide.
Li gorî raporê, Denmark 90, Fînnlandiya 88, Sîngapûr 84, Zelandaya Nû 83, Luksemburg 81, Norwêc 81, Swîsre 81 û Swêd 80 stendine û welatên paqij temsîl dikin.
Sala borî, Tirkiyeyê dîsa 34 puan stendibû û bi vê puanê di rêza 115 de cî girtibû.
Tirkîye di rêza 107. de ye
Tirkiye bi heman puanê îsal di rêza 107 de cî girt.
Pêşketina rêzê nayê maneya ku dewleta tirk li dijî gendeliyê têkoşîn daye û lom jî li Tirkiyê gendelî kêm bûye.
Tenê ji ber sedema ku li welatên wekî Belarûs, Bosna Hersek, Misir, Tayland, Panama, Nepal, Cezayir û Sierra Leone gendelî zêde bûye, ciyê Tirkiyeyê yê di lîsteyê de guheriye.

Cezayir, Brazîl, Malawî, Nepal, Nîjer û Taylandê jî wekî Tirkiyê 34 puan stendine.
Puanê ku Tirkiyê vê salê bi dest xist, ji sala 2004an û vir ve wekî puanê herî kêm hat destnîşankirin.
Tirkiyê di sala 2004’an a piştî desthilata AKPê hatibû ser kar de, 32 puan stendibû.
Foto: Nexşeya gendelîyê ya 2024an/Malpera Transperency International