Li ser wêje û jîyanê bi Cemîl Denlî re hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Necat Ayaz  

Siwarên dîn û îdeolojiyan, aqilê wan di ser kumên wan re ne. Heger ne ev dîn û ev îdeolojiyên beredayî ku mirovan di nava bendên ehmeqtiyê de asê dikin nebin, dikarin bi hêsanî Kurdîstanê azad bikin. Le hebûna îdeolojiyê û dîn ne zenguyên hespên siwariyan, ên siwariyan bi xwe, dixin destê bêbextên dagirkeran. Kurdên îdeolojîk, çi çepgir çi rastgir, hespên Trûwayê ne li Kurdistanê.

Cemîl Denlî nivîskarekî kurd e ku ji salên 1990î û vir ve bi berhemên helbest, kurteçîrok û nivîsên xwe yên qerfî tê naskirin. Ew jî wekî gelek rewşenbîrên kurd neçar maye terka welatî xwe bike û li welatekî Ewrûpayê bi cî bibe. Êşa penaberîyê nekaribîye pêşîya berhemdarîya wî bigire û wî bi xebatên xwe, stargeha xwe ya mutewazî veguherandîye navendeke berxwedana çandî. Me bi vê hevpeyvînê xwest dengê xwedîyê helbesta “Hêlînê”, yê Denlî di vê dema krîz û serûbinbûnê de bigihîjînin civaka me.

Ez dixwazim ji serpêhatîya te ya Rewşenê dest pê bikim. Ev kovar qonaxa yekemîn a çîroka nivîskarî-helbestvanîya te ye. Dema te di 1996an de di Rewşenê de dest bi kar kir, kovar Kurdî-Tirkî bû. Tu dikarî qala nîqaşên wê demê bikî ku di encam de bû sebeba bi kurdî weşandina Jiyana Rewşenê?

Belê. Ez sala 1996 hatim Rewşenê ku çend meh berê dest bi weşanê kiribû. Di demeke kurt de min karê redaksiyona wê da ser xwe. Piştî sê mehekî jî min zimanê tirkî ji nav derxist. Li dewsa wî me rûpel gişk bi zaraveyên kurdî dagirtin. Le wisa bi hêsanî pêk nehat ev yek. Sê mehan min dîplomasiya vî karî bi hevalan re kir lê min tenê yek kes jî qanih nekir. Ez dikarim bêjim bi kurtasî fikra wan ev bû, digotin “heval em ne mîllîyetçî ne” û hew. Min dît ku ez nikarim kesî qanih bikim di lijneya weşanê de min ji her du camêrên din re got heger kovar xwerrû nebe kurdî, ezê dev ji wê û redaktoriya wê berdim. Wan jî gotin wê çaxê wek cerribandin emê sê hejmaran bi kurdî derxin, heger xwendevanan wisa qebûl kirin bila bi kurdî bimîne, heger nekirin jî em ê dîsa vegerrin ser hawê berê. Piştî weşandina yekemîn hejmara xwerrû bi kurdî xwendevanan kêfxweşiyeke wisa zelal nîşan dan, her kes şaş ma. Qedera kovarê bi vî hawî hate guhertin. Li dewsa Tirkî me giranî da hemû zaraveyên kurdî.

Ji pirtûkên helbestan bigire heta gotarên qerfî heta niha gelek berhemên te hatine weşandin. Lê di nava van xebatan de herî zêde tu bi helbesta xwe ya “Hêlîn” a di 1998an de hatî naskirin. Çi ye paşxaneya vê helbesta ewqas bi bandor?

Ev helbest wekî hemî helbestên din, ji jiyana min, êş û evîna min derketiye. Dengvedana wê bi saya muzîkê ye. Guhdarîkirin li gorî xwendinê hêsan e û ji bo wê hewce nake tu tiştekî bikî. Ji Radyo, Tv ya jî ji konserekê bi xweber tê guhê mirov. Ya na gellek helbestên min ên ji wê xurttir û xweşiktir hene. Ji ber zahmetbûna xwendinê, yên din tenê digihîje evîndarên helbestê. Tiştekî normal e ev yek.

Helbesta “Min Neşon” ji bo min ciyekê wê yî taybet heye. Ew helbesta tolhilanînê ye. Tola jina bindest û bêxwedî ye li dijî adetên mêrdestî, durû û bêbext. Ez pirr dil dikim ku beriya mirina xwe ev helbest rojekê ji aliyê hinek muzîkjen ve wekî Aria û hwd bê çêkirin ji bo ku êşa min li dijî bêûjdaniyê hinekî puxte bibe.

“Destê xwe nedin canê min/ji dilê min xwîn/ji pêsîrên min şîr diherike.” Tu bi van her sê risteyan dixwazî bombeyeke wijdanî di nava mirovahîya me ya di nava vî şerê bêdawî de pûç bûye, biteqînî?

Helbesta “Min Neşon” ji bo min ciyekê wê yî taybet heye. Ew helbesta tolhilanînê ye. Tola jina bindest û bêxwedî ye li dijî adetên mêrdestî, durû û bêbext. Ez pirr dil dikim ku beriya mirina xwe ev helbest rojekê ji aliyê hinek muzîkjen ve wekî Aria û hwd bê çêkirin ji bo ku êşa min li dijî bêûjdaniyê hinekî puxte bibe.

Kuştina jina îtalyan Pippa Bacca ya li Tirkîyeyê bi van risteyên wekî serhildaneke ji bo aştîyê di berhemeke te de cî digire: “Ez ê belavoka xwe ya aştîyê bixwînim/Bila bedbîn bibînin/Bila reşbîn bibînin/Çi reng aştîxwaz/Çi reng stêre ye cîhan.” Tu bi van risteyan manîfestoyeke aştîyê radigihînî lê li alîyekî din jî, dibêjî “Cihê ku bêkokî lê serdest e/ Aştî kok nagire.” Tu yê ji bo vê rewşa wekî nakok xuya dike çi bibêjî?

Ev du helbestên li pey hev in. A rast sisê ne: Xêliya Pîppayê I -Li Welatê Dilan. Xêliya Pîpayê II -Belavoka Aştiyê û Xêliya Pîppayê III -Li Welatê Bêkokan… Ên ku tu qal dikî a 1ê û ya 3an in. Di ya yekê de Pîppa dipeyive li gorî xewn, xeyal û baweriya xwe; di ya sisiyan de nivîskar dipeyive piştî kuştina wê û xewn û xeyalên wê. Ew bi derketina xwe ya ser rêya Qudsê dibêje “Ezê bipeyitînim bê dinya ciyekî çi qas stêre û çi qas aştîxwaz e!” Ez jî rasteqîniya mirov û ruyê wî yê qirêj û bêbext tînim ziman piştî kuştina wê. Li aliyekî bawerî, xewn û xeyalên wê, li yê din jiyan û rastiya xwe.

Helbesteka te ya bala min kişand a sernavê “A niha” ye ku di pirtûka Helbesta Reşbelek de hatîye weşandin. Tu gotîye “Şûrê evînê bikişîne/Li ser hespê jinxasîyê ya ji êgir/Ber bi keleha li sikurên Çiyayê hezkirinê ve/ Bi çargavî bişewite/Were”

Di heman helbestê de tu ji evîndara muxataba xwe re dibêjî “Biavêje kirasê civatê ji ser xwe.” Ev dikarin vê banga xurt a ji bo parastina evînê wekî helwesteke li hemberê kodên zayendîya civakî ya kurdan bibînin?

Helbesta “A niha” yan jî bi navê xwe yê dinê “Kilama Perrperrîkê” qala wendakirina kêliyên ku mirov tê de ye û yekcarbûna her kêliyê, dike. Jiyan ji kêliyan pêk tê û em wan kêliyan bê daxwaza dilên xwe derbas dikin. Li ciyê ku evîneke xwezayî hebe, divê tu qanûn, bîr û bawerî wê neperçiqîne:

Li jora ewran tav heye

Rehet bihêle bedena belengaz

Dem û dûrbûn nikanin avê bisekinînin

Berf dihelle

Qebqeba kewan

Buharê têxe bin çengên xwe

Bibare

Were

Wê şevê dagirkeran Belqîz fetisandibûn. Xelfetî di bin avê de mabû. Ez jî pê re. Ji her kesê ku bixwesta rastiyê bibîne, wê çaxê jî diyar bû ku vekişîna gerîlla ya 99an, ew ê çi bobelatê bîne serê neteweya kurd. Di dîroka kurdan de piştî dagirkirina ereban a salên 640î, bobelata herî mezin ev bû. Pêvajoya ku sala 99an dest pê kir û heta îroj dewam e.

“Êdî hûn ne siwarên hespên boz in/Dengbêj kilaman navên ser we/Û wê keybanûyê bi we qayil nebe/ Ku hûn birînekê di canê hût de venekin.”

Te vê çarika ku wekî rexneyeke atomîk a polîtîkayên lîderîya Şoreşa Kurd e, di sala 2000î de nivîsand. Rewşa bêhêvî ya siyasî, leşkerî û zimanî ya 24 sal şûn de vê helbestê dike aktuel. Ez pir miraq dikim, çawa te dikarîbû di demeke ewqas zû de rewşa îro ewqas bi zelalî bidîta?

Ev helbest di şevekê de hatibû nivîsîn. Wê şevê dagirkeran Belqîz fetisandibûn. Xelfetî di bin avê de mabû. Ez jî pê re. Ji her kesê ku bixwesta rastiyê bibîne, wê çaxê jî diyar bû ku vekişîna gerîlla ya 99an, ewê çi bobelatê bîne serê neteweya kurd. Di dîroka kurdan de piştî dagirkirina ereban a salên 640î, bobelata herî mezin ev bû. Pêvajoya ku sala 99an dest pê kir û heta îroj dewam e: Dagirker di dema xwe ya herrî qels de, gerîlla di ya herrî xurt de.

Êdî hûn ne siwarên hespên boz in

Û dengbêj kilaman navêjin ser we

Zarokên we yê li pey wan herrin

Hûn ê kurdûnda bimînin

Ew ê kelepûra we di ava we de bifestisînin

Hêsirên we yê kom bibin û neherrikin

Li perrava ji bîrbûna birqa çavên Mazlûm

Serxwebûnê bi nava pêlên xewnên we nekeve

Ew ê zimanê we ji kokê de rakin

Girrêza wan ê bipeke ji devên we

Û 20 sal û meheke dinê, Hiskêf li pey wê çû.

Bi ya te, wê “siwar” bikaribin “hespên boz” ber bi hêvîyên me yên pêşî li wan hatibû girtin careke din bibezînin?

Siwarên dîn û îdeolojiyan, aqilê wan di ser kumên wan re ye. Heger ne ev dîn û ev îdeolojiyên beredayî ku mirovan di nava bendên ehmeqtiyê de asê dikin nebin, dikanin bi hêsanî Kurdîsanê azad bikin. Le hebûna îdeolojiyê û dîn ne zenguyên (rişmên) hespên siwariyan, ên siwariyan bi xwe, dixin destê bêbextên dagirkeran. Kurdên îdeolojîk, çi çepgir çi rastgir, Hespên Trûwayê ne li Kurdistanê.

Tu jî wekî gelek rewşenbîrên kurd kurdîyasporayê dijî. Ji 2015an û vir ve hema bêje Ewrûpa veguherîye navenda întelîjansîyaya bakur. Hem ji ber polîtîkayên sîyaseta kurd û hem jî ji ber vê koçê di warê hilberîna çandî-hunerî-edebî de Bakur xizan dibe. Em ê çawa bikaribin ji vê sêgoşeya pûçkirin întelîjensîyaya kurd -dewlet, siyaseta kurd û koç- derkevin?

Ev pirs bi serê xwe mijara hevpeyvînekê ye. Rewşenbîrî karê mirovê ku dev ji jiyana xwe berdayî ye. Yanî kesê ku ya xwe diavêje paş her tiştî. Lewma her tişt dikare were serê wî, serê wê. Tu mejbûrî barê xwe hildî ser milê xwe. Çare hebe tune be, tu yê ber halê xwe bidî. Bi tena serê xwe…

———————————————

Kî ye Cemîl Denlî?

Di sala 1968an de li gundê Diemê yê Qoserê hat dinyê. Dibistana seretayî li vî gundî, a navîn û lîseyê li Qoserê xwend. Herî dawî li Enqereyê li Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Ziman û Edebîyata fransî xwend. Nivîskar di 1996-97an de wekî redaktor, nivîskar û wergêr li kovara Jîyana Rewşenê xebitî. Di sala 1999an de di weşandina kovara qerfî Pîneyê de cîyê xwe girt. Nivîsên wî di vê kovarê de di quncika Tara Bêjingî de hatin weşandin. Cemîl Denlî ji bilî kurdî û tirkî. b, zimanên îngilîzî, fransî û almanî dîzane. Denlî ji sala 2000î û vir ve li bajarê Zurichê ya Swîsreyê dijî.
Berhemên Cemil Denlî:
  • Tav û Leylan, helbest 2004, Bajar
  • Sêva Delalî, qerf, 2005, Belkî
  • Min Hêsîr Vexwarine ji Reşika Çavên Te, helbest 2012, Belkî
  • Destûra Bê û Baranê: Helbesta Reşbelek, helbest 2014,Belkî

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …