Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re civîya.
Mijara sereke ya civînê beşdarîya kurdan a di proseya polîtîk a Sûrîyeyê de bû.
Nûnerên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Federal a Kurdistanê hevdîtinên xwe didomînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro li Hewlerê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtînekê li dar xist.
Berpirsa dîplomasîya Rojava Îlham Ehmed jî beşdarî civînê bû.
HSDê di daxuyanîya xwe ya li ser civînê de dîyar kir, di cîvînê de beşdarîya kurdan a di proseya polîtîk a Sûrîyeyê de hatîye gotûbêjkirin.
Daxuyanî wiha berdewam kir:
«Birêz Nêçirvan Barzanî piştgiriya xwe ya tevahî ji bo hewlên gihandina Konferansa Neteweyî ya Kurd û derxistina encamên ku daxwazên kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pêk tînin nîşan da. Her du aliyan paşeroja Sûriyeyê û têkiliyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta nû ya demkî li Şamê gotûbêj kirin, bi taybetî piştî ku Fermandarê Giştî yê hêzên me rêkeftinek bi Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re destpêka meha adara borî de mor kiribû.”
Li gorî daxuyanîyê, rêûrêbazên başkirina rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê jî di civînê de hatiye nirxandin.
Infowelat
—————————————–
Foto: Mezlûm Ebdî û Nêçirvan Barzanî