Erka muzakereyên koalîsyonê ket destên FPÖyê

A. Rahman Çelîk

Partîya rastgir a radîkal a Awusturyayê (FPÖ) bû xwedî erka meşandina ji bo hikumeta koalîsyonê.

Qonaxa dawî ya di sîyaseta Awusturyayê de bi îstifaya Serokwezîrê Awusturyayê Karl Nehammer dest pê kiribû.

Nehammerê hevdîtinên koalisyonê dimeşand, du roj berê ji kar vekişîya bû.

Li Awusturyayê wezîfeya avakirina hikumetê ket destên Herbert Kickl.

Kickl lîderê partîya rastgirê tundrew Partiya Azad (FPÖ).

Partiya Azad di hilbijartinên giştî de bi rêjeya ji % 29 bûbû yekemîn.

Tevî vê jî tu partîyê nexwestibûn bi vê partîyê re hikumetê damezrînin.

Loma jî bidestxistina erka meşandina damenzrandina hikumetê ya ji alîyê partîya rastgir a radîkal di dîroka Awusturyayê de wekî guherîneke mezin tê ravekirin.

Serokwezîr îstifa kiribû

Qonaxa dawî ya di sîyaseta Awusturyayê de bi îstifaya Serokwezîrê Awusturyayê Karl Nehammer dest pê kiribû.

Nehammerê hevdîtinên koalisyonê dimeşand, du roj berê ji kar vekişîya bû.

Karl Nehammer ku lîderê (ÖVP) Partîya Gel a Awusturyayê ye, dixwest bi Demokratên Sosyal re hikumetekê ava bike.

Nehammer destnîşan kiribû, hevdîtinên sazkirina hikumetê dijwar in û sînyala îstîfayê dabû.

Partiyên Neos, Partiya Gel a Awusturyayê û Partiya Demokratên Sosyal hewl didan hikumeteke koalisyonê ava bikin.

FPÖ partîyeke çawa ye?

FPÖ herî zede bi dijberîya xwe ya li hember penaberîyê tê naskirin.

Lîderê partîyê Herbert Kickl di kampanyaya hilbijartinê de daxwaza vederkirina penaxwazan kir.

FPÖ di 1956an de ji alîyê fermandarekî hêzên SS ê Almanyaya Nazî ve hat damezrandin.

Bi sekna xwe ya îdeolojîk, partî parazvanîya demokrasîyeke otorîter a wekî Hûngaryayê (Macaristan) dike.

Infowelat

—————————————–

Foto: Lîderê FPÖyê Herbert Kickl/Medyaya Civakî

FPÖ li Awusturyayê bû partîya yekemîn

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …