Sûrîye bi serhildana çekdarî li nava hev ket

Sûrîyeya di bin kontrola HTŞê de ev çend roj in li nava hev dikeve.

Di pevçûn li bajarên başûr û Derya Spî 100 kes hatin kuştin.

Li herêmên başûr û peravên yên Sûrîyeyê di navbera komên çekdar û HTŞê de pevçûnên giran derketin.

Tê ragihandin, komên çekdar li Lazqîye û Tertusê çend dever ji destê hêzên desthilata Şamê wergirtine.

Îdîa ev e, Balafirgeha Satamo ya li Lazqîyeyê û herêmek leşkerî ya girêdayî Fermandariya Hêzên Deryayî ketine destên serhildêran.

Piştî demekê jî desthilata Şamê diyar kir ku wan devera fermandariya hêzên deryayî bi paş ve girtine.

Di pevçûna de li Lazqîkiye, Tertus û Humsê de herî kêm 100 kes hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

HTŞ seferber bû

HTŞê ji Şamê, Hema, Idlib, Heleb û Dêrazorê gelek hêzên leşkerî şandin herêmên şer.

Bi vê re jî, banga seferberiyê hat kirin û qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li aliyê din, Tirkîye jî ket nava hereketê û ji Deriyê Sînor ê Bab El Hewayê hêzên leşkerî şandin Suriyeyê.

Infowelat

—————————————-

Foto: Çekdarên HTŞê yên ji bo tepisandina serhildêran hatin şandin

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …