Ewrûpa peymana penaberîyê qebûl kir

Parlamentoya Ewrûpayê pêşnûmeya reforma derbarê polîtîkayên penaberî û koçberiyê de qebûl kir.

Esasên vê peymanê li ser kontrola hişk a sînoran û hevkarîya welatên ewrûpî bilind dibe.

160 rêxistinên mafên mirov ku di nava wan de Amnesty International (Efûya Navneteweyî) jî heye rexneyên giran li vê peymanê dikin.

Parlamentoya Ewrûpayê pêşnûmeya reforma derbarê polîtîkayên penaberî û koçberiyê de qebûl kir.

Parlamentoyê roja çarşemê ji bo pêşnûmeya nîqaşbar dengdanekê li dar xist.

Di dengdanê de peymana nû ya penaberîyê bi dengên 300 wekîlên ewrûpî hat qebûlkirin.

270 wekîl jî li hemberê vê reformê dengên neyênî bi kar anîn.

Piranîya endamên partîyên çep ên parlamentoyê li hemberê reformê dengên xwe bi kar anîn.

Partiyên çep û rêxistinên mafên mirov bi gotinên giran peymana nû rexne dikin.

Naveroka peymanê ji prosedûrên pêşwazî, naskirina penaxwazîyê û bicîkirina penaberan pêk tê.

Esasên vê peymanê li ser kontrola hişk a sînoran û hevkarîya welatên ewrûpî bilind dibe.

Peyman destûrê dide, kesên bi kaçaxî gihîştibin Ewrûpayê bi darê zorê neqlê welatên sêyemîn bên kirin.

Mekanîzmaya hevkarîyê

Bi mekanîzamaya hevkarîyê jî welatên endamên Yekîtîya Ewrûpayê neçar dimînin mafê penaberîyê bidin hejmareke penaberan ku ji bo wan hatîye dîyarkirin.

Bi mekanîzamaya hevkarîyê jî welatên endamên Yekîtîya Ewrûpayê neçar dimînin mafê penaberîyê bidin hejmareke penaberan ku ji bo wan hatîye dîyarkirin.

Welatên ku nexwazin vê bikin, wê alîkarîya fînansî bidin welatên din ên ewrûpî ku penaber lê dimînin.

Ev welat jî Îtalya, Yûnanistan û Îspanya ne ku hemû jî li ser sînorên Yekitîya Ewrûpayê ne.

Piştî dengdanê, seroka Parlamentoya Ewrûpayê Roberta Metsola axaftinekê kir û peymanê wekî bi peyva “dîrokî” pênase kir.

Lê rêjeya bilind a dengên neyênî bi vê helwesta Metsola re li hev nake.

Armanc “Keleya Ewrûpayê ye”

Bi vê peymanê mafên penaxwazîyê bi hedefa “Keleya Ewrûpayê” tê binpêkirin.

160 rêxistinên mafên mirov ku di nava wan de Amnesty International (Efûya Navneteweyî) jî heye rexneyên giran li vê peymanê dikin.

Bi vê peymanê mafên penaxwazîyê bi hedefa “Keleya Ewrûpayê” tê binpêkirin.

Yek ji armanca sereke ya vê peymanê pêşîgirtina li mezinbûna partîyên rasta radîkal ên Ewrûpayê ye.

Tevgera rasta radîkal a ewrûpî penaberîyê wekî xetereyeka li hemberê Ewrûpayê nîşan dide û bi saya vê propagandayê bingeha xwe ya sîyasî xurtir dike.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2023an de 380,000 kes bi awayekî kaçax gihîştibûn Ewrûpayê û serî li mafê penaxwazîyê dabûn.

Di salên dawî de jî Yekîtîya Ewrûpayê derîyên xwe ji 4,5 mîlyon penaberên ji Ukraynayê re vekiribûn.

Foto: Ala Yekîtîya Ewrûpayê

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …