Rojava di rapora Pedersen de cî girt

Rojavayê Kurdistanê di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hat gotûbêjkirin.

NY, Amerîka û welatên ewrûpî li ser giringîya aramî û aştîya Rojava sekinîn.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê ket rojava Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Di civîna roja 12ê sibatê ya konseyê de Rojava bû mijareke sereke.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya mehane di civîna Konseya Ewlehiyê de parve kir.

Pedersen got, li Rojavayê Kurdistanê di navbera HSD û Tirkiye û komên çekdar ên ku ji Tirkîyeyê piştgirîyê digirin, pevçûn hene.

Pedersen derbarê bandora pevçûnan a li ser jîyana sivîlan û binesaziya herêmî de agahî dan.

Geir Pedersen li ser hevdîtinên di navbera Rojava-HTŞê de jî aiha axivî:

“Ez bi dilxweşî pêşwaziya wê yekê dikim, her çi qasî heta niha pêşketin tunebe jî rêberên demkî û HSDyê kanaleke rasterast vekirine.”

Pedersen da zanîn, ew li ser navê NYyê Amerîka, Tirkîye, hêzên herêmî û Sûrîyeyê ji bo aştî û aramîya li bakurêrojhilatê Sûrîyeyê were, teşwîq dike.

Amerîka alîgirê aramîya Rojava ye

Di heman civînê de nûnera Amerîkayê Dorothy Sheayê jî di axaftina xwe de li ser aramîya Rojava axivî.

Sheay got, pevçûn nahêlin HSD giraniya xwe bide şerê li hemberî DAIŞê.

Balkêşe ku vê carê Rûsyayê jî di derbarê meseleya Rojava de erênî axivî.

Nûnerê Rûsyayê got, li Sûriyeyê hîn jî pirsa Kurdan nehatiyê çareserkirin.

Nûnerên Yûnanistan û Denmark û Fransayê jî di axaftinên xwe de cî dan pêdivîya parastina mafên kurdên Sûrîyeyê.

Infowelat

——————————————–

Foto: Geir Pedersen di Civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de/Specialenvoysyria.unmissions

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …