Ewrûpa di 2024an de du qat germ bû

Sazîyên meteorolojîyê li ser guherîna avhewayê raporek amade kirin.

Raporê tespît kir ku li parzemîna Ewrûpayê germahî du qatan zêdetirê cîhanê ye.

Lewma jî hişyariyê dide û dibêje: “Xwe amadeyî lehiyan û pêlên hewaya germ bikin.”

Serwîsa Guherîna Avhewayê ya Komisyona Ewrûpayê Copernicus û Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê WMO li ser guherîna avhewayê raporek amade kirin.

Rapora ku ji aliyê 100 zanyaran ve hate amadekirin, balê dikişîne ser zêdebûna germahiya cîhanê.

Bi taybetî jî hişyariyê dide Ewrûpayê û pêşnîyazê wê dike, bila xwe amadeyî lehiyan û pêlên hewaya germ bikin.

Rapor destnîşan dike ku Ewrûpa ji her deverê cîhanê zêdetir germ dibe.

Germahiya ku ji şoreşa sanayiyê û vir ve bi gelemperî wekî 1.3 tê pîvandin, li Ewrûpayê wekî 2.4 hatiye tespîtkirin.

Sala borî, ji bilî Îslandê, li her deverê Ewrûpayê germahiya zêde rû dabû.

Sala 2024 wekî sala herî germ tê qebûlkirin.

Bes pispor dibêjin germahî wê dewam bike, salên pêş germahiya zêdetir wê bê dîtin.

Nexşeya lehîyên 2024an ên li Ewrûpayê/Climate.copernicus.eu/

335 kes jiyana xwe ji dest dan

Pispor dibêjin, ji salên 1980 û vir ve, parzemîna Ewrûpayê du qatan zêdetir ji cîhanê germ dibe.

Vê yekê jî xetereya lehiyan û pêlên hewaya germ zêde dike.

Lehî, pêlên hewaya germ, firtone û hişkesaliya li Ewrûpayê rû dide, bandorê li ser jiyana nêzî 750 milyon mirovan dike.

Li gorî daneyan, par li Ewrûpayê 413 hezar kes di bin bandora firtone û lehiyan de man û herî kêm 335 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Infowelat

———————————————

Foto: Berga rapora avhewayê ya Copernicus

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Nivîskarên kurd di şevê de hatin gel hev

Pena Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hevkariya Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya …