“Komxebata Zarokistanên Pirzimanî” li avahiya xizmetê ya Şaredariya Peyasê dest pê kir.
Di bernameyê de li ser siberoja zarokistanên pirzimanî û girîngiya perwerdeya zimanê dayikê tê nîqaşkirin.
Şaredarîya Peyasê bi dirûşmeya “Zarok Pêşeroja Civaka Azad in” “Komxebata Zarokistanên Pirzimanî” li avahiya xizmetê ya Şaredariyê da destpêkirin. Komxebat ku dê du rojan bidome, li ser pêşeroja Zarokistanên pirzimanî û girîngiya perwerdeya zimanê dayikê tê nîqaşkirin.
“Gaveke Girînge Ji Bo Pêşeroja Ziman û Çandê”
Di vekirina komxebatê de Alîkarê Hevşaredaran Yilmaz Guneş axivî û bal kişand ser girîngiya civakî û çandî ya ziman: “Ziman ji bo me nayê guhertin. Gelê Kurd bi sedsalan jiyaneke xwezayî û komunal domandiye. Zimanê me mîraseke ji xwezayê ye û dayikên me mamosteyên herî girîng in ku vê mîrasê digihînin me. Ger em îro bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, ev bi saya dayikên me ye.”
“Komxebat Dê Ji Bo Polîtîkayên Ziman Rêyeke Diyar Bike”
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengiz Dundar, bal kişandin ser wêrankirina ku dema wan şaredarî ji qeyyumên tayinkirî standine rû bi rû maye û gotin ku wan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têkoşîn dane. Sîncar û Dundar gotin: “Zarokistan û Dibistanên mîna Ferzad Kemanger bi zehmetiyên mezin xebatên xwe domandin, lê bi tayinkirina qeyûman re tev têk çûn. Dema me şaredarî stand, Zarokistan vala kiribûn. Ji bo pêşkeftina Kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Şaredariyan. Ev komxebat dê ji bo xebatên me yên zimanî rêyeke diyar bike.”
“Em ê Zimanê Xwe Bigihînin Nifşên Nû”
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemile Turhallı, girîngiya berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê destnîşan kir: “Bi asîmîlasyonê xwestin nasnameya me winda bibe, lê me li dijî vê li berxwedan. Çand û erdnîgariya me mîraseke mezin e. Ji bo vê mîrasê bigihînin nifşên nû, em ê bê rawestan bixebitin. Ji bo pêşeroja zimanê xwe em ê her tiştî bikin.”
“Sûcê Li Dijî Zimanê Dayikê Sûcê Mirovahiyê Ye”
Hevseroka Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, diyar kir ku ji bo belavbûna Kurdî di her qada jiyanê de, divê hişmendiya civakî xurt bibe. Parlamentera DEM Partiyê Beritan Güneş jî destnîşan kir ku êrîşên li ser zimanê dayikê sûcê mirovahiyê ne: “Zarokistan navendeke girîng bû ku bi zaravayên Kurdî perwerde dida zarokan, lê ev xebat nehatin tehemulkirin. Êrîşên li ser zimanê dayikê divê di çarçoveya sûcên mirovahiyê de bê dîtin. Dewlet divê ji bo ku gel bi zimanên xwe yên dayikê perwerde bibin, rêziknameyên destûrî bike. Malbat jî divê bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin û vê pêvajoyê xurt bikin.”
“Rêyeke Diyar Dê Bê Destnîşankirin”
Di dawiya komxebatê de, armanc e ku ji bo belavbûna Zarokistanên pirzimanî û xurtkirina perwerdeya zimanê dayikê rêyeke diyar bê destnîşankirin. Komxebat weke gaveke girîng ji bo polîtîkayên ziman û çandê tê nirxandin.
Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.