Swêd ceza da jineke tevlî Jenosîda Êzdîyan bûye

Dadgeheke swêdî 12 sal cezayê girtîgehê da kesekê ku tevlî Jenosîda Êzdîyan bûbû.

Sûcdar, 3 jin û 6 zarokên kurdên êzîdî dîl girtibûn.

Swêdê bi hinceta li dijî kurdên êzdî sûcê jenosîdê kiriye, welatîyeke jin ku tevlî DAÎŞê bibû, ceza kir.

Jina bi navê Lîna Îshaq dema li Sûriyê bû, 3 jin û 6 zarokên êzîdî bi mehan hêsîr girtibû.

Îshaq hem bi awayê fizîkî û hem jî psîkolojîk wan îstismar kiribû û ji bo bibin misilman zor li wan kiribûn.

Dadgehê van kiryaran wekî “jenosîd û sûcê şer ê li dijî însaniyetê” nirxand.

Lewma jî 12 sal cezayê hefsê lê birrî.

Kurê xwe tevlî DAÎŞê kiribû

Kesa sûcdar kurê xwe yê 12 salî jî bi xwe re biribû Sûriyê tevlî DAÎŞê kiribû.

Kurê wê di 16 saliya xwe de di şer de hatibû kuştin.

Dadgeha Swêdê ji bo vê kiryarê jî 6 sal ceza da Lîna Îshaqê.

Hat destnîşan kirin ku Lîna Îshaq van sûcan di navbera salên 2014 û 2016 de, li Reqayê pêk anîne.

Piştî ku DAÎŞ hat tekbirin sûcdar xwestibû bireve Tirkiyê lê di 2020-an de, radestî Swêdê hatibû kirin.

Infowelat

———————————-

Foto: Stockholm û ala Swêdê/Basnews

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …