Cotkarên fransî Parîsê dorpêç dikin

Endamên Federasyona Sendîkayên Cotkaran a Neteweyî (FNSEA) û Cotkarên Ciwan (JA) ên Parîsê dorpêç dikin.

Hejmarake zêde cotkar ji bo vê pêk bînin tevlî traktoran li ser riyên diçin Parîsê kom dibin.

Çalakiyên Federasyona Sendîkayên Cotkaran a Neteweyî (FNSEA) û Cotkarên Ciwan (JA) mora xwe li rojeva Fransayê dixe.

Endamên her du sendîkayan ji bo bendewariyên xwe bersiveke erênî hukumetê wernegirtin û lewma jî biryara berxwedanê dan.

Hedefa çalakiyên cotkaran dorpêçkirina paytexta Fransayê Parîs e.

Hejmarake zêde cotkar ji bo vê pêk bînin tevlî traktoran li ser riyên diçin Parîsê kom dibin.

Çalakger hewl didin bi danîna 8 bendan riyên mezin ji hatûçûnê re bigirin.

Hukumeta fransî ji bo vê senaryoya wekî xewnereşkê pêk neyê, 15,000 polês seferber kirin.

Tawîzên hukumetê têr nekirin 

Betalkirina planên zêdekirina baca dîzelê , dayina tazmînatê ji bo cotkarên ku ji nexweşiya çêlekan a MHEyê bandorê li aboriya wan kirine çend ji van daxwazan bû Attal qebûl kiribû.

Serokwezîrê nû Gabrîel Attal yekşemê diyar kiribû, pêşniyazên ji cotkaran re hatine kirin ‘bersiv nedane acizî û problemên cotkaran’.

Attal çend ji daxwazên çalakgerên bihêrs qebûl kiribû û lê ev nekarîbû çalakiyan bi dawî bike.

Betalkirina planên zêdekirina baca dîzelê , dayina tazmînatê ji bo cotkarên ku ji nexweşiya çêlekan a MHEyê bandorê li aboriya wan kirine çend ji van daxwazan bû Attal qebûl kiribû.

Wezîrê Çandiniyê Marc Fesneaû jî dabû zanîn, tedbîrên nû yên ku wê dilê cotkaran xweş di nava hefteyê de bên eşkerekirin.

Cotkarên fransî diyar dikin, ji ber polîtîkayên hukumetê yên çandiniyê, ew nema dikarin debara xwe bikin.

Infowelat

————————–

Foto: Cotkarên Fransî yên li dora Parîsê çalakiyê dikin /X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …