Şoreşgerê ji Amerîkaya Latîn Ernesto Che Guevara di 1959’an de çû serdana Fîlîstîne. Tê qebûlkirin ku vê serdana bûyera yekemîn bû ku doza Fîlîstînê ji sînorên herêmî derxist û kir meseleyeke global. Che di serdana xwe ya di 18’yê Tîrmehê de çû kampên penaberên filîstînî û di derbare rewşê de agahî girt. Penaber bi coşeke mezin bi marşên Şoreşe Kubayê Che pêşwazî kirin.
General Cabrerayê pisporê şerê gerîla yê ji Kubayê jî beşdarê serdana Che bû. Cabrera di hevdîtinên xwe yen bi lîderên civaka fîlîstînî re di derbarê metodên berxwedanê de hin agahî dan.
Piştî Gazzeyê Che û Cabrera çûn Misirê û li Qahîreyê ji aliyê serokwezîr Cemal Abdulnasir ve hatin pêşwazîkirin.Bi van hevdîtinan ên di navbera Kuba, Misir û Filîstînê de têkiliyên fermî hatin damezrandin û dostaniya ku wê bi dehan salan bidomiyana dest pê kir.
Beriya vê serdanê, di 1955’an de li bajarê Bandûng ê li Endonezyayê konferansekê ku wekî Konferansa Asya-Afrîkayê dihat binavkirin hat lidarxistin. Di encama vê konferansê de dewletên derveyî sîstema Rojava (Amerîka-Ewrûpa) û ya Sovyetê Tevgereke Bêalî damezrandin. Tevger li dijî serdestiya derve ya li ser welatekî derdiket û armanca wê ya esasî têkoşîna li dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê bû. Lîderê Misirê Cemal Abdulnasir ku li cîhanê serkêşiya li dijî emperyalîzmê dikir, paqijiya etnîk a li Fîlîstînê anî rojeva lîderên cîhanê û li ser rewşa kampên penaberên filîstînî yên li Gazzeyê sekinî.
Şerîda Gazzeyê bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Îsraîle wekî semboleke berxwedana Fîlîstînê tê qebûlkirin. Digel biçûkbûna erdên wê (ji % 1.3’yê erdên Fîlîstînê), nav û dengê berxwedana wê li her aliyê cîhanê tê zanîn. Piştî Nakbayê (koçkirina bi zorê ya filîstîniyan ji aliyê Îsraîlê) şêniyên 247 gundên filîstînî koçî Gazzeyê kirin. Di vê kampanyaya paqijiya etnîk a Fîlîstînê de bi taybetî hemû gundên li başûrê Fîlîstînê hatin hilweşandin.
Înfowelat