Belgefîlma li ser Sînemaya Yûgoslavyayê

Belgefîlma bi navê Cinema Komunisto (Sînemaya Komunîst) a ji aliyê Mila Turajlic hatibû kişandin, li Fransayê  tê pêşwazîkirin. Di belgefîlmê de li ser pêşketina sînemayê ya di dema rejîma Mareşal Tito de bi berfirehî agahî tên dayîn.  

Komara Sosyalîst a Federal a Yûgoslavya di 1945’an de hatibû damezrandin û piştî veqetandina herêmên di bin banê wê de, di 1991’an de hilweşiya bû.  Derhêner Turajlic dide zanîn ku di belgefîlmê de dîroka welatekî êdî tuneye tê vegotin û lewma jî tê de nostaljiyeke mezin heye. Dîroka efsanewî ya Yûgoslavyaya efsanewî bi riya vê belgefîlmê ji nû ve li ber çavan tê raxistin.

Hollywooda Rojhilat

Sînemaya Yûgoslavyayê alaveke girîng a di dema Mareşal Josef Broz Tîto de bû. Sê fîlmên propapagandayê “Saet çend e?”, “Dema şoreşê” û “Şer bi dawî bû lê şoreş didome” vê yekê baş nîşan didin.

Di dema avakirina Yûgoslavyaya komunîst a di dawiya Şerê Cîhanê ya Duyemîn de (1945), bi alîkariya Yekitiya Sovyetê li welat sînema tê damezrandin. Fîlma yekemîn a vê demê ya bi navê “Slavica” bi armanca bîranîna alîkariya Sovyetê, ji aliyê Vjekoslav Afric tê kişandin.

Paşê, Serokê welat Tîto di 1947’an de li Belgradê studyoyên bi navê “Avala” ava dike ku li Ewropayê piştî  “Cinecitta”yê studyoyên duyemîn in. Dilxwazên ku di van studyoyan de dixebitin dixwazin vê derê bikin Holywooda Rojhilat. Di salên pêşiyê de li vir fîlmên şerê partîzanan û rizgarkirina Yûgoslavyayê tên kişandin. Di vê demê de qasî 300 fîlm tên kişandin û navûdengê wan heta Çînê belav dibe.

Di sale ewîlî de Sînemaya Yûgoslav piranî serkeftina Sovyetê û Stalîn derdixe pêş û Tîto gavekê li paş dimîne. Piştî ku di 1948’an de Yûgoslavya ji Bloka Sovyetê vediqete, êdî hemû fîlmên Sovyetê û yên li welêt ku pesne Sovyetê didin ji sînemayê tên dûrxistin. Bi vê guherînê, fîlmên Warner wekî “Tarzan” li welat tên temaşekirin û Holywood ciyê fîlmên Sovyetê digire.

Di 1954’an de li kêleka Deryaya Adrîyatîkê Festîwala Pulayê tê damezrandin û deriyên xwe her sal ji fîlmên nû re vedike. Tîto di 1981’an de jîyana xwe ji dest dide lê efsaneya sînemaya Yûgoslavyayê deh salên din jî didome. Di 1991’an de ji ber şerê navxweyî yê li welat Festîwala Pulayê dawî li xebatên xwe tîne û bi vî awayî Sînemaya Yûgoslavyayê ji holê radibe.

Çavkanî:

www.rfi.fr

http://www.cinemakomunisto.com/

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …