HRW: Tirkîye li Rojava sûcên şer dike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW: Eşkereye ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Bendava Tişrînê û derdora wê sûcên şer pêk tînin.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku Tirkîye û çeteyên wê li Bendava Tişrînê û der dora wê sûcên şer pêk tînin.

HRWyê destnîşan kir,  dronên dewleta tirk ên bi çêk di 18yê kanûna paşîn de li wesayîteke Heyva Sor a Kurdistanê xistiye.

Rêxistinê vê êrîşê wekî “sûcê şer ê zelal” pênase kir.

Lêkolînera Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hiba Zayadîn li ser mijarê got:

“Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan êrîşan pêk tînin û van êrîşan pîroz dikin.”

HRWyê bal kişand ser êrîşên meha kanûna pêşîn û vir ve dewam dikin.

Sazîyê destnîşan kir, Bendava Tişrînê ji ber sedema êrîşan ji 10ê kanûna pêşîn û vir ve naxebite.

Herweha li Minbic û Kobaniyê 413 hezar kes ji av û elektrîkê mehrûm mane.

HRWyê got: “Aliyên şer mecbûr in ku birîndaran biparêzin û pêdiviya wan a tibbî bînin cî.”

413 hezar kes bê av û elektrîk in

Rêxîstinê ji bo ambulans û tesîsên tibbî jî hişyarî da, got: “Lazim in li gorî qanûnên şer bên parastin, nebêjin dijmin derman dikin û bi tu awayî hedef neyên girtin.”

Peyama HRWê ya ji bo binesaziyên krîtîk jî wiha bû:

“Ji ber sedema ku di asta felaketê de zirarê didin sivîlan, divê bi awayekî taybet bên parastin.”

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şer gav bi gav tê ber derîyê Îranê

A.Rahman Çelîk Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de îhtimala şerekî nû yê li Rojhilata …