80 salîya rizgarîya Auschwitzê

27ê kanûna paşîn salvegera rizgarkirina kampa Auschwitzê ye.

Auschwitz tevlî kampa Birkenau ya li heman deverê, wekî sembola jenosida 6 milyon cihûyan tê naskirin.

Di nava 8 salan de 1.3 milyon di vê kampê de man û 1.1 milyon ji wan hatin qetilkirin.

Îro 80. salvegera rizgarkirina kampa Auschwitzê ye ku cîyê tunekirina cîhûyan bû.

Bi minasebeta salvegerê,  di kampa ku di nava sînorên Polonyayê de ye, merasîmekê tê lidarxistin.

Kral, serok, serokwezîr û nûnerên din ên hin welatan temsîl dikin tevlî merasîmê dibin.

Kralê Brîtanyayê Charles, Kralê Îspanyayê Felibe, Kralê Hollandayê Alexander, Serokê Fransayê Macron û Serokwezîrê Almanyayê Scholz çend beşdaran e.

Li derdora 50 kesên di vê kampê de girtî mane jî tevlî merasîmê dibin.

Dîrokçeya Auschwitzê

Auschwitz tevlî kampa Birkenau ya li heman deverê, wekî sembola jenosida 6 milyon cihûyan tê naskirin.

Auschwitz  kampeke mezin a tunekirina cihûyan bû ku di 1940î de jî alîyê Almanyaya Nazî ve hatibû avakirin.

Ji bilî cîhûyan, polonyayî, roman, sintî û girtîyên Sovyetê jî li kampê hatin qetilkirin.

Kesên girtî di bi gaza hejrî dihatin kuştin û paşê di dihatin şewitandin.

Bermahîyên ji cesedan ji bo hilberîna sanayîyê dihatin bikaranîn.

Texmîn ev e, di nava 8 salan de 1.3 milyon di vê kampê de man û 1.1 milyon ji wan hatin qetilkirin.

Artêşa Sor a Sovyetê di 27ê kanûna paşîn a 1945an de Auschwitzê gihiştin Auschwitzê.

Artêşê 7,000 kesên di kampê de rizgar kirin.

Infowelat

—————————————–

Foto: Girtîyên kampa Auschwitzê/Holocaust.cz

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …