10. roja rizgarkirina Kobanê li Kurdistan û cîhanê hat pîrozkirin.
Barselona bi îsal bi çalakîyeke girseyî ya pîrozbahîyê bala kişand ser xwe.
10. roja rizgarkirina Kobanê li Kurdistan û cîhanê hat pîrozkirin.
Rojavayê Kurdistanê û hin welatên Ewrûpayê bûn navendên bernameyan.
Kantona Firatê ku Kobanê navena wê ye, roja rizgarkirinê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11. bi hev re pîroz kir.
Barselona bi îsal bi çalakîyeke girseyî ya pîrozbahîyê bala kişand ser xwe.
Girseya ji hezaran kurdistanî û siyasetmedar, sendîkavan, akademisyen û ji endamên rêxistinên jinê pêk dihat, li Qada Ramla del Raval Barselonayê hatin cem hev.
Çalakî ji alîyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hat lidarxistin.
Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên a li dijî Kobanê û herêmên din ên Rojava hatin şermezarkirin.
Çalakîya Barselonayê piştî meşa heta Konsolosxaneya Tirkîyeyê bi dawî bû.
Çalakîyeke din a ji bo salvegera rizgarîyê li bajarê Leipzigê ya Almanyayê hat lidarxistin.
Meşa Leipzigê
Girseyê êrîşên Tirkîyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Di daxuyanîya hat dayîn de ji bo pêşîgirtina êrîşan bang li cîhanê hat kirin.
Herwiha hat dîyarkirin, Rojava mînaka jiyaneke demokratîk û azad e li Rojhilata Navîn.
Çalakîya Leipzigê jî wekî ya Barcelonayê bi beşdarîya enternasyonalîstan balê kişand ser xwe.
Infowelat
—————————————
Foto: Meşa Barselonayê ya ji bo salvegera rizgarîya Kobanê./ANF