A.Rahman Çelîk
Amerîka ji diplomasîya xwe ya adetî bi awayekî radîkal dûr dikeve.
Washingtonê di dengdanên Neteweyên Yekbûyî de pişta Rûsyayê girt.
Di du dengdanên Neteweyên Yekbûyî de, Amerîka û Rûsyayê dengên xwe kirin yek.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşniyaza Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê dibêje “Rêya Diçe Aştiyê” qebûl kir.
Di dengdana li Neteweyên Yekbûyî ya li ser sêyemîn salvegera dagirkirina Ûkraynayê de, Amerîkayê du caran pişta Rûsyayê girt.
Amerîka û Rûsyayê ewil pêşniyaza Ewrûpayê ya Moskowê şermezar dike û yekparetiya axa Ûkraynayê diparêze, red kirin.
Bi vê gavê, Washington di dengdana 25ê sibatê de li alîyê Rûsya, Belarûs û Koreya Bakur cî girt.
Pêşnîyaza ji alîyê Amerîkayê hatibû amadekirin, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin.
93 welat destekê dan pêşnîyazê û 73 welat deng bi kar neanîn.
Dengdana di Konseya Ewlekarîyê de
Paşê jî herdu welatan piştevanî dan pêşniyaza Konseya Ewlekariyê ya dixwaze dawî li şer bîne.
Dema pêşniyaz hatin qebûlkirin, Brîtanya û Fransa beşdarî dengdanê nebûn.
Li aliyekî din, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşniyaza Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê dibêje “Rêya Diçe Aştiyê” qebûl kir.
Deh welatan dengê erê dan û 5 welatan jî xwe bêalî hiştin.
Dengdana biryarê di malpera Neteweyên Yekbûyî de bi awayê zindî hat weşandin.
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê Dorothy Sheayê li pêyî dengdanê spasdariya welatên piştevanî dane kir, got: “Vê biryarê berê me wê bi aştiyê ve bike.”
Infowelat
————————————–
Foto: Nûnera Amerîkayê ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî Dorothy Sheayê