Li Başûrê Kurdistanê di encama lêgerîna manyetîk de li Xorsabad a paytexta Asuran, vîlayek mezin û hinek avahiyên din hate dîtin. Ev keşif diyarkirin ku bajar li gorî dihat payîn zêdetir pêşketiye.
Li paytexta kevnar a Asûriyan Xorsabadê ya li Başûrê Kurdistanê û dikeve nêzî Mûsila îroyîn (Nînova) bermahiyên vilayek mezin, deriyên avê û baxçeyên bêhempa yên di bin erdê de hatin dîtin.
Ev bermahiyên dîrokî yên ku 2 hezar û 700 salî ne di encama lêgerîna manyetîk de hatin keşifkirin. Di encama lêkolînê de vilayek ji 127 odeyan pêktê û 5 avahiyên mezin hatin tespîtkirin.
Ji Zanîngeha Ludwig-Maximilians a Munchenê Jeofîzîknas Jörg Fassbinder ku rêveberiya lêkolînê dike ragihand ku her çend di dî lêgerîna manyetîk de tenê ji sedî 10 ê deverê bi xwe girtibe jî, encamên balkêş hatin bidestxistin.
Rêbaza lêgerîna manyetîk bêyî pêwîstiya kolandinên kevneşopî lêgerîn û lêkolînek berfireh dike û zirarê nade cihên dîrokî.
Bajarê Xorsabadê
Xorsabad, ji aliyê Împeratorê Neo-Asûrî Sargonê II. ve di sedsala 8’an B.Z’ê de hatibû çêkirin, lê berî ku bi tevahî were bikaranîn hate valakirin. Keşfên nû diyar dikin ku bajar ne tenê kompleksek qesrê bû, her wiha xwediyê avahiyek bajarî ya berfireh bû.

Ev bermahiya dîrokî ya girîng a li Başûrê Kurdistanê, di derbarê serdema kevnar de pirsên nû derdixe holê. Arkeologan destnîşankirin ku xebatên ji bo derxistina van avahiyên ku di binê erdê de hatine keşfkirin, wê berdewam bikin.
————————————
Nûçe ji Rojnewsê hatîye wergirtin. Sernivîs ji alîyê Infowelat ve hatîye guherandin.