Welat hate girtin

 

Rojnameya Welat bi KHK’ya hejmara 701’î ku duh hate weşandin hat girtin. Li gorî KHK’ê tevî rojnameya Halkin Nabzi û Ozgurlukçu Demokrasiyê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin, Welat ku tekane rojnameya a zimanê kurdî bû jî hat girtin.

Girtina Azadiya Welat

Di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK ya bi hejmara 675 re tevî rojnameya Azadiya Welat Tîroj, DÎHA, JINHA û gelek ajans, rojname û kovar girtin. Piştî vê, rojnameyê Rojeva Medya dest bi xebata xwe kir.

Bi KHK’yên bi hejmarên 693 û 694 ku di 25’ê tebaxa 2017’an de hat weşandin Rojeva Medya, ajansa Dîhaberê û Gazete Şûjin hatin girtin û mohrkirin. Pişt re rojnameya Welat xwest  dest bi weşana bi zimanê kurdî bike.

Di çarçoveya zextan de jî hikûmetê gelek navendên perwerdeya bi zimanê kurdî, kolej, dibistan, kovar, rojname, ajans, tv û hwd. girtin û mohrkirin. Ji ber gefan tu çapxaneyan cesaret rojnameya Welat çap nekir..

Welat hate girtin

Welat bi hejmara xwe ya 217’emîn a bi sernavê ‘Ji zimanê me ditirsin’ bi fotokopiyê derxist û dawî li weşana xwe anî. Di 8’ê tîrmeha 2018’an de jî bi KHK’ê  rojnameya Welat hat girtin û deriyê wê hat mohr kirin

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ziman û têkoşîna antîkolonyalîst

Têkoşîna ji bo Kurdî, ji bo parastin û xurtkirina vî zimanî, beşek ji têkoşîna dijkolonyalîst …