Kovara Dilop bi hejmara xwe ya sêyem li ber destê xwendekaran e

Hejmara sêyem a Kovara Dilopê bi nivîs, hevpeyvîn û helbestên bi kurdî û bi tirkî hatiye çapkirin. Di vê hejmarê de sê hevpeyvîn hene ku yek jê derbarê albuma wî ya nû ya bi navê “Felek” bi Ciwan Hacoyî re hatiye kirin e. Hevpeyvîna ku bi kurdî ye ji hêla Înanç Yildizî ve hatiye kirin.

Li gel vê hevpeyvîna bi kurdî du yên bi tirkî jî hene. Amadekarê yekê jê Şeyhmûs Dîken e . Di vê hevpeyvînê de Dîkenî li ser mijara girîngiya Heskîfê û Sûrê ya di mîrateya çandî de û wêrankirina van her du waran pirs ji sê navên pispor kiriye û li bersivan geriya ye.

Hevpeyvîna sêyem li ser kurdên ku di salên 1990î de bi darê zorê ji gund û bajaran hatine koçberkirin û li Enqereyê bi cî bûne re ye. Fatîme Tekînê ev bi van koçberan re axivî ye û rewşa wan nivîsandiye.

Dîsa nivîsa Firat Ceweriyî ya bi navê “Edebiyata modern û ferdiyet” û ya Mehmet Bayrakî ya bi navê “Yekîneya Elewî-Bektaşiyan a Kuvai Milliyeyê” di vê hejmarê de hatine weşandin.

Li gel van hevpeyvînan, kovarê cî daye nivîsên derbarê çapemeniya kurdan, dîroka kurdên dema Sovyetistanê, nirxandinên li ser pirtûk û muzîkê, helbest û çîrokan.

Kovar her ji du mehan carekê derdikeve û hejmara sêyem weke hejmara Tirmeh û Tebaxê hatiye çapkirin.

Çavkanî: bianet.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …