Gilgit-Baltîstan mafên aboriyê dixwaze

 

 

 

Serokê Tevgera Gilgit-Baltîstanê Manzûr Parwana ji Pakîstanê daxwaz kir ku di warê projeyên aboriyê yên li herêmê berjewendiyên Gilgit-Baltîstanê jî li ber vê girtin.

Manzûr Parwana di daxuyaniya xwe de got ku divê herêma wî jî wekî aliyê sêyemîn beşdarê projeya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakîstanê bibe û herêm di derbarê armanc û naveroka proyê de bi berfirehî bê agahdarkirin.

Manzûr ji Pakîstanê daxwaz kir ku divê % 40’ê pereyê ji meşandina projeyê ya di nava erdê herêmê de tê bidestxistin, ji Gilgit-Baltîstanê re bê hiştin.

Gilgit-Baltîstan herêmeke ku statuya wê hîn bi awayekî hiqûqî nehatiye diyarkirin û vê meseleyê nêzîkî 60 sal in tevlî meseleya Keşmîrê di Neteweyên Yekbûyî’de (NY) hatiye sekinandin. Li gorî erdên statuya wan nediyar a NY’yê, welatên cîran nikarin van erdan ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî bi kar bînin.

gilgit1

Gilgit-Baltîstan li bakurê rojavayê Pakîstanê erdekî ku berfirehbûna wê qasî 72,971 kmye û nifûsa wê nêzîkî 2 milyonî ye. Herêm parçeyeke erdên Cammû û Keşmîrê ye ku ji aliyê Hîndîstan û Pakîstanê ve hatiye dagirkirin. NY bi biryareke xweya di 1948’an de ji her du welatan daxwaz kir ku ji Cammû û Keşmîrê vekişin lê dagirkirina herêmê nehat bidawî kirin.

Pakîstan xweseriya herêmê naskiriye û bi vê armancê li paytext Gilgitê meclîseke herêmî hatiye damezrandin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …