Kantona Zugê li bakur û rojhilat xwe digihîjîne sînorên Kantona Zurichê û li başûr û rojava jî bi kantonên Schwyz û Luzernê re cîran e. Erdên kantonê bi giranî li dora Gola Zugê (Zugersee) û Gola Ägerîyê (Ägerisee) ne. Gola Zugê ji alîyê fîzîkî ve kantonê dabeşî du beşan dike; deştên nizm ên li bakur û herêmên bi gir û çiyayî yên li başûr. Erdên kantonê ber bi başûr û rojhilat ve bilind dibe û li vir çiyayê Zugerberg ku bilind dibe ku wekî sembola xwezayî ya kantonê tê naskirin.
PROFÎL
Nifûs: 16,446
Rûzemîn: 238.73 km²
Paytext: Zug
Zimanê fermî: Almanî
Kengî tevlî Swîsreyê bû: 1352
Zug kantoneke li navenda Swîsreyê ye û ev taybetî ne tenê di alîyê cografîk de ye lêbelê di aborî û pêşketina welêt de jî roleke wê ya giring heye. Tevî ku Zug ji alîyê rûzemînê ve di nava kantonan de di rêza 24. de ye, Zug ji ber navenda fînansê ya Zurichê û herêmên Alpan bi hev ve girê dide, xwedî girîngiyeke mezin e. Navê Zugê yê ku di belgeyên dîrokî de derbas dibe, di bingeha xwe ji peyva “girtina masiyan” an “cihê masiyan” digire. Ev yek nîşan dide ku bajar û gol ji bo aboriyê her tim giring bûne.
Kantona Zugê li bakur û rojhilat xwe digihîjîne sînorên Kantona Zurichê û li başûr û rojava jî bi kantonên Schwyz û Luzernê re cîran e. Erdên kantonê bi giranî li dora Gola Zugê (Zugersee) û Gola Ägerîyê (Ägerisee) ne. Gola Zugê ji alîyê fîzîkî ve kantonê dabeşî du beşan dike; deştên nizm ên li bakur û herêmên bi gir û çiyayî yên li başûr. Erdên kantonê ber bi başûr û rojhilat ve bilind dibe û li vir çiyayê Zugerberg ku bilind dibe ku wekî sembola xwezayî ya kantonê tê naskirin. Lûtkeya herî bilind a kantonê Wildspitz e ku li ser sînorê bi Schwyzê re ye û 1,580 mêtro bilind e. Ji bilî her du golên navborî, rûbarên Lorze û Sihl jî di nava sînorên kantonê de diherikin û şikl didin geliyên li dora xwe.
Çemê Lorze ji Gola Ägerî derdikeve, di nav Gelîyê Lorzentobel re derbas dibe û diherike Gola Zugê. Li ser vî çemî şikeftên Höllgrotten hene ku bi mînarelên xwe yên wekî qeşayê ku ji ban ber bi jêr ve dişeqitin tên naskirin. Hebûna deştên çandiniyê yên bi bereket li bakur, daristanên asê yên li ser çiyayê Zugerberg vê kantona piçûk dike yek ji navendên herî balkêş ên xwezayî û jiyanê li navenda Swîsreyê.

Kurtedîrok
Kakilê kantona siberojê ya Zugê li derdora sala 1300an de di bin kontrola polîtîk a Habsburgan de dest pê kirîye. Ji ber ku Zug li ser rêyên girîng ên bazirganiyê (bi taybetî ber bi Rêya Gotthardê ve) cih digirt, ji bo Habsburgan xaleke stratejîk a leşkerî û aborî bû. Berîya vê, Zug bi ser herêma Zurichau ve bû û ji alîyê du kontên li herêmê ve dihat birêvebirin. Di sedsalên destpêkê yên dîroka herêmî de herî zêde navê Stadt und Amt Zug (Bajar û Navçeya Zugê) hatîye bikaranîn. Zug tevlî warhegên li dora xwe gav bi gav herêma di bin serwerîya xwe de (Vogtei) berfireh kir û ji sedsala 1500î û vir ve hema hema sînorên îro yên kantonê pêk hatine.
Dîroka Kantona Zugê, mîna gelek kantonên li navenda Swîsreyê, di navbera têkoşînên serweriyê, aborî û parastina otonomiyê pêk hatîye. Zextên polîtîk ên vê Habsburgan, di nav gelê herêmê de nerazîbûnê berfireh kir. Piştî ku kantonên wekî Uri, Schwyz û Unterwalden tîfaqa Swîsreyê ava kirin, bandora konfederasyonê li herêmê zêde bû. Di sala 1352an de, hêzên Konfederasyonê bajarê Zugê dorpêç kirin. Ji ber ku Habsburgan alîkarî neda bajêr, nifûsa Zugê neçar ma ku bi konfedarasyonê re peymanekê mor bike û bibe endamê Konfederasyona Swîsreyê. Hewldanên Habsburgan ên ji bo jinûvekontrolkirina kantonê bi ser neket û di sala 1415an de Zugê serxwebûna xwe bi dest xist.
Di dema Reformasyonê de (sedsala 16an), berevajî bajarên mezin ên mîna Zurich û Bernê, Kantona Zugê wekî kantonên din ên navenda Swîsreyê li ser baweriya katolîkiyê ma. Zugli dijî belavbûna Protestantiya ku Zurichê pêşengiya wê dikir, bi awayekî çalak şer kir. Ev nasnameya olî heta sedsala 19an bandor li siyaseta kantonê kir. Di sala 1847an de, Zug tevlî tîfaqa katolîk (Sonderbund) bû û li dijî kantonên lîberal û protestan careke din şer kir lê ev tifaq têk çû.
Di sala 1798an de, dema ku artêşa fransî ya di bin fermandariya Napolyon de Swîsreyê dagir kirin, pergala kevn a kantonan hilweşiya. Zug di nava Komara Helwetîk a navendîparêz de wekî parçeyeke “Kantona Waldstätten” hat hesibandin. Ji ber nerazîbûnên li hemberê vê komarê, Fransa di 1803an de Konfederasyona Swîsreyê damezrand û Zug wekî kantoneke serwer bû endamê wê.
Heya nîvê sedsala 19an, Zug kanton dema xizan û çandiniyê bû. Lêbelê, di sedsala 20an de siyaseta bacê ya kantonê hat guhertin. Bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Zug bacên li ser şîrketan û kesan pir kêm kirin. Ev stratejî bû sedem ku bi hezaran fîrmayên navneteweyî, şîrketên fînansê û karsaz li Zugê bi cî bibin.

Demografî û ziman
Zimanê fermî yê kantonê almanî ye, lêbelê di jiyana rojane de niştecîyên kantonê bi zaravayê almaniya Swîsreyê (bi taybetî bi zaravayê herêmî Zugerdytsch) diaxive. Alîyekî herî balkêş ê kantonê yê di warê ziman de, cîyê xurt û berfireh ê zimanê Îngilîzî ye. Ji ber ku Zug navendeke gerdûnî ya fînans, krîpto û bazirganiyê ye, îngilîzî di sektora kar û di jîyana civakî de wekî zimanê duyemîn ê de facto tê bikaranîn. Li dûv almanî û îngilîzî, zimanên wekî îtalyanî, portûgalî, albanî û sirbî jî zimanê sereke yên komên koçberan e.
Nifûsa Kantona Zugê gihîştîye nêzîkî 135.000 kesan û ev nifûs her sal ji ber hêza aborî û koça karker û karsazan bi awayekî domdar mezin dibe. Yek ji taybetîyeke giring a nifûsa kantonê, rêjeya bilind a hebûna bîyanîyan e. Nêzîkî 32 ji % yê nifûsa kantonê ji kesên ku ne welatiyên Swîsreyê ne pêk tê. Ev nifûsa biyanî ji zêdetirî 120 neteweyên cuda (bi giranî ji Almanya, Îtalya, Brîtanya û welatên din ên Ewrûpayê) pêk tê.
Ji alîyê olî ve, her çend Zug ji dîrokê ve wekî kantoneke katolîk û mihefezekar hatibe naskirin jî, îro dabeşbûna bawerîyê di nava civakê de hinekî guherî ye. Dêra Katolîk a Romê bi rêjeya 45 ji % hîn jî koma herî mezin e. Li pey wê, Dêra Reformbûyî (Protestan) tê û di salên dawî de rêjeya kesên bêdîn, misilman û ortodoks jî bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev nifûsa çalak û xwenda, astên dahat û perwerdehiyê li kantonê li gorî navîniya Swîsreyê pir bilind kiriye.
Aborî
Bingeha aborîya Kantona Zugê bi sedsalan li ser çandinî, girtina masiyan û bazirganîya piçûk a li ser rêyên stratejîk hatibû avakirin. Ji ber ku nifûsa kantonê kêm û erdên wê teng bûn, Zug heta nîvê sedsala 19. wekî herêmeke xizan û paşdemayî ya Swîsreyê hat naskirin. Bi taybetî piştî avakirina tora rêyên hesinî û destpêkirina endustrîyê, kantonê derîyên xwe ji derve re vekirin. Tevlî vê jî, guherîna bingehîn a di qada aborîyê de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bi taybetî ji salên 1960î û pê de dest pê kir. Kantonê bi guherandina radîkal a qanûnên xwe yên bacê, bala şirketên cîhanê kişand ser xwe û aborîya xwe ya ku li ser çandiniyê ava bibû, bi temamî veguherand sektora xizmetê, fînans û teknolojiya bilind. Îro çandinî encax ji %1ê aborîya kantonê pêk tîne û sektora endustrîyê di navbera %20 û %22an a hilberîna aborîyê pêk tîne. Xizmet û fînans bi rêjeya di navbera %77 û %79an de sektora herî mezin a aborîya kantonê ye.

Alîyekî herî balkêş ê aborîya Zugê, cîyê wê yê pêşeng ê di qada fînans û diravên krîptoyê de ye ku di asta cîhanê de wekî “Gelîyê Krîptoyê” (Crypto Valley) tê pênasekirin. Kêmbûna herî zêde ya baca şîrketan a li kantonê (11.71 ji %) û polîtîkayên lîberal, Zug kiriye navenda herî balkêş a Ewrûpayê ku zêdetirî 700 şirketên krîptoyê û holdingên herî mezin ên bazirganîya maden û enerjîyê (wekî Glencore) navendên xwe anîne vir. Hejmara tevahîya şîrketên navneteweyî û neteweyî ku navendên wan li Zugê ne îro gihîştîye li derdora 30,000î. Navendeke mezin a Nestleyê ku şîrketa herî mezin a xurekan a Swîsreyê ye, li Zugê ye. Herwiha,febrîqeyeke mezin a Siemensê li kantonê hilberînê dike, navendên şîrketên farmakolojîyê Roche Diagnostics, Novartis û Sandoz li kantonê ne.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya Kantona Zugê gihîştîye 22.3 milyar CHF û di vî warî de her çend fîzîkî piçûk be jî, di nava 26 kantonan de di rêza 12. de ye. Hêza sereke ya kantonê di Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her kesî de xwe nîşan dide ku ev reqam nêzîkî 193.000 CHF ye. Ev jî Zugê li Swîsreyê dike kantona duyemîn û di asta cîhanê de jî dike yek ji herêmên herî dewlemend. Rêjeya bêkarîyê li kantonê bi 1.6 ji % gelek kêm e û di bin rêjeya navînî ya Swîsreyê de ye ku ev yek nîşaneyeke herî mezin a zexmbûn û performansa aborîyê ya kantonê ye.
Sîstema polîtîk
Sîstema polîtîk a Kantona Zugê li ser hîmên federalîzmê, demokrasiya rasterast û lîberalîzma aborî ya bihêz ava bûye. Zug bi parlamento, hikûmet û dadgehên xwe xwedî erkên berfireh e. Parlamento (Kantonsrat) sazîya herî bilind a kantonê ye ku ji 80 kursîyan pêk tê û endamên wê ji alîyê gel ve ji bo çar salan tên hilbijartin. Hikûmeta kantonê (Regierungsrat) ya ji 7 kesan pêk tê, mîsyona rêveberiyê digire ser xwe û ji alîyê partîyên wekî FDP (Lîberal), Die Mitte (Navend) û SVP (Rastgir) ve tê birêvebirin. Kantona Zugê ji ber nifûsa xwe ya biçûk, di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de ji alîyê 3 kursîyan ve tê temsîlkirin. Herwiha, wekî her kantonê, Zug 2 nûnerên xwe dişîne senatoya Swîsreyê ya ku bi navê Konseya Kantonan tê nasîn.
Destûra Bingehîn a Kantona Zugê ya di sala 1894an de hatîye çêkirin, di nava salan de bi gelek reforman hatîye nûjenkirin û wekî bingeha mafên parastina gel, azadîya aborî û otonomîya saziyan tê qebûlkirin. Ev destûr di warê fînans, bac, perwerde, çand û ewlekarîyê de erkên berfireh dide kantonê. Daraz qadeke din a giring a mijara otonomîya kantonê ye. Dadgeha Kantonê (Obergericht) sazîya herî bilind a darazê ya Kantona Zugê ye û di bin banê wê de Dadgeha Rêveberiyê (Verwaltungsgericht) û dadgehên kantonal (Kantonsgericht) roleke giring dilîzin. Zug xwedî hêza polîs a kantonê ye ku wekî Kantonspolizei Zug tê binavkirin û ewlekarîya navxweyî ya kantonê bi rêkûpêk pêk tîne.
Berevajîya Schwyzê ya cîran, li Kantona Zugê di nava navçeyan (Bezirke) de nehatîye dabeşkirin û kanton rasterast ji 11 beledîyeyên otonom pêk tê. Meclîsên beledîyeyan dikarin di çarçoveya otonomîya xwe de—bi taybetî di warê diyarkirina rêjeya baca xwecîyî û bikaranîna erdên lokal de—qanûnên derbarê meseleyên xwecîyê de derxin. Kanton bi rêya sîstema federal, desthilatdariyeke mezin dide van 11 beledîyeyan da ku ew bixwe rêjeya baca xwe ya herêmî diyar bikin. Ev azadiya darayî ya ku destûrê daye beledîyeyên mîna Baar, Walchwil û bajarê Zugê bixwe di asta navneteweyî de bibin navendên herî naskirî û serkeftî yên xwedî baca kêm û jiyana bi konfor.
Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat