Reforma Fransayê derî li nîqaşa dekolonîkirinê vekir

Reformeke ji alîyê Parlamentoya Fransayê ve hat qebûlkirin, di nava alîgirên self-determînasyonê de rastî reaksîyonan hat. Rêxistina gelê kanak FLNKS û nûnerê tevgera herêmparêz a Régions et Peuples Solidaires reformê protesto kirin.

Welatîyên Kaledonyaya Nû ku giraveke di bin kontrola Fransayê de ye wê di 28ê hezîranê de biçin ser sindoqan. Parlamentoya Fransayê hema hema hefteyeke berîya vê hilbijartinê qanûnekê qebûl kir. Armanca reformê ev e, kesên li giravê hatine dinyê întegreyê pergala hilbijartinê bê kirin.

Enîya Rizgarîya Neteweyî ya Kanak û Sosyalîst (FLNKS) ku gelê kanak temsîl dike, ji vê qanûnê nerazî ye. Nûnerên vê rêxistinê dîyar dikin, reforma nû Peymana Noumeayê binpê dike. Ev peyman çarçoveya dekolonîzebûna Kaledonyaya Nû ji sala 1998an û vir ve pêk tîne.

François Alfonsi (Serokê Régions et Peuples Solidaires)

Li aliyekî din, serokê Herêm û Gelên Piştgirîya Hev Dikin (Régions et Peuples Solidaires) François Alfonsi bi daxuyanîyekê reforma Parîsê şermezar kir. Alfonsi got, reform wê temsîlkirina polîtîk a xwecîyên Kaledonyaya Nû lawaz bike û dijberîya di navbera kanak û civaka fransîaxêv a ewrûpî de kûrtir bike.

Lêbelê alîgirên qanûnê îdîa dikin ku berfirehkirina mafên dengdayînê bi demografyaya herêmê re li hev e û wê beşdarîya demokratîk teşwîq bike. Dijberên reformê dibêjin, guherînên di warê beşdarîya hilbijartinê de tên kirin, divê piştî bidawîbûna prosesa self-determînasyonê pêk werin.

Prosesa dekolonîkirina Kaledonyaya Nû

Kaledonyaya Nû welatekî girav a Okyanûsa Pasîfîkê ye ku nifûsa wê  270 hezar e. Welêt di sala 1853an de bû kolonîyeke Fransayê. Piştî têkoşîneke bi qasî 30 salan dom kir, Fransa û rêxistinên Kaledonyaya Nû di 1998an Peymana Noumeayê îmze kirin. Bi vê peymanê, Kaledonyaya Nû bû xwedî statuta otonomîyê û lidarxistina 3 referandûmên serxwebûnê. Lêbelê di herdu referandûman de alîgirên serxwebûnê têk çûn. Herçî referandûma sêyemîn bû, ji alîyê rêxistinên serxwebûnxwaz ve hat boykotkirin.

Piştî demeke aramîyê, di 2024an de xwecîyên Kaladonyaya Nû careke din serî hildabûn Serhildêr ji Fransayê daxwaz kiribûn ku reformeke li ser mafê dengdanê ya di hilbijartinên herêmî de betal bike. Bi vê reformê, Fransa dixwest destûrê bide 24,000 kesên li derveyî civaka kanak. Di serhildanê de 9 kes hatibûn kuştin û perwerdehî jî tê de gelek xizmetên gelemperî hatibûn sekinandin. Parîsê ji ber vê alozîya mezin neçar mabû reforma nîqaşbar betal bike.

Fotoyê sereke: Ala Kaledonyaya Nû 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

The Federalist Papers bingeha federalîya Amerîkayê ava kir

The Federalist Papers çend gotarên xurt in ku tê de Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî …