Gotarên Têkildar
Tiştê ku min fêm kiriye tevgera siyasî dev ji daxwaza statûyê, bi taybetî jî statûya ji bo zimanê kurdî bernedaye. Bi tenê vê mijarê wekî merceke çekdanînê danayne ber rayedarên dewletê. Îro hemû derdorên siyasî û civakî gihaştinê wê bawerîyê ku êdî têkoşîna gelê kurd divê ne bi çekan, bi rê û rêbazên demokratîk were meşandin. Tevgera siyasî ya ku heta niha şerê çekdarî dimeşand, piştî ku dev ji çekan berda, heke doza mafên kurdan neke, dê çi bike?
Hevpeyvîn: Necat Ayaz
Pirtûka bi navê “Ziman: Man û Neman” a zimanas Samî Tan kurtedemek berê hat çapkirin. Tan di pirtûkê de bi mînakan careke din nîşan da ka çima kurdî di nava zimanên cîhanê de di asteke bilid de ye. Çend roj piştî weşandina vê pirtûkê, vê carê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin û vê re jî meseleya parastina kurdî careke din ket rojeva civakê. Me jî li ser mijara nirxê kurdî û hewldanên salên dawî yên ji bo parastina ziman bi Tan re hevpeyvînekê kir.
Te bi danasîna kurdî dest bi pirtûka xwe kirîye û gotîye “ji bo mirov ji tiştekî hez bike, divê wê nas bike.” Çî ye taybetîyên sereke yên kurdî ku wan di nava zimanên cîhanê de derdixe asteke bilind?
A rast tu ziman ji zimanekî din ne kêmtir e, ne jî bilindtir e. Her ziman rengê axêverên xwe werdigire û bi vepêçan dirûv teşe dide raman û jiyana wan. Zimanê kurdî bi hemû zarava û binzaravayên xwe li ser rûyê erdnîgarîya ku ji mêj ve jê re Kurdistan hatiye gotin, hebûna xwe heta roja me ya îroyîn anîye.
Dema ku mirov bala xwe dide belgeyên dîrokî mirov dibîne ku kurdî navekî sîwaneyî bûye ji bo hemû ziman û zaravayên qewmên bakurê rojavayê Îranê. Zimanê kurdî taybetîyên sereke yên koma zimanên îranî, bi taybetî jî bakurê rojavayê Îranê di nava xwe de parastine. Bo nimûne kurdî pergala nîv-ergatîvî ya van zimanan parastî ye. Her wiha di zimanê kurdî zayenda rêzimanî hatiye parastin. Ev taybetî di zimanê farisî de nemane. Zimanê kurdî li gorî surişta Kurdistanê û li gorî pêdivîya jiyana civaka kurd teşe girtiye, ji alîyê peyvan ve gelekî dewlemend e. Her wiha morfolojîya kurdî destûrê dide ku li gorî pêdivîyên civakê peyv û têgihên nû werin dariştin.
Di pirtûka xwe de te gotiye: “Der barê kurdîya qedîm (proto-Kurdish) de tu belgeyên nivîskî li ber destan tunebin jî, bi hemû taybetîyên xwe kurdî zimanekî qedîm e.” Gelo hêvî heye ku qedîmbûna ziman wê têra parastina Kurdî ya pêşerojê bike?
Tu ziman ji ber qedîm in, nekarîne hebûna xwe bidomînin, qedîmbûn têra vê yekê nake. Çarenûsa zimanê kurdî di destê kurdan de ye. Ziman li ser zar û zimanan, bi taybetî jî li ser zar û zimanê nifşên nû geş dibe,bi pêş dikeve û hebûna xwe didomîne. Heta hin caran dibe ku qedîmbûn li ser pêşketina zimên bibin astengî, hin taybetîyên zimanî carinan dibin bargiranî. Helbet dema ku em dibêjin, çarenûsa kurdî di destê kurdan de ye, çarenûsa kurdan jî hinekî bi rewşa kurdî ve girêdayî ye. Ziman jî bi civakê re divê cil û bergên nû li xwe bike, anku kirasê xwe biguherîne. Pêşketina civakê û zimanê civakê mil bi mil diçin, lê heke civak dev ji zimanê xwe berde û jiyana xwe bi zimanekî din bidomîne, hingî kes nikare wî ji zimanî biparêze.
Di beşa sêyemîn a pirtûkê de tu dibêjî, “piştî salên 2000î êdî di serî de Amed, bajar û bajarokên Kurdistanê bûn navenda rewşenbîrîya kurdî.” Mixabin piştî 20 sal di ser wê demê re derbas bûn, bajarên Kurdistanê bi çarçoveya asîmîlasyona giran de bi “erozyona zimanî” di rojevê de ne. Tu vê qonaxa ku destpêkê de wekî vejîna çand û zimanê kurdî xuya dikir û di demeke ewqas kurt de veguherî prosesa tunebûna kurdî çawa îzeh dikî?
Geşedanên zimanî heta rayeyekê girêdayî rûdan û geşedanên siyasî û civakî ne. Me berê jî da xuyakirin ku çarenûsa zimanê kurdî û çarenûsa kurdan girêdayî hev in. Di salên 2013-2015an de di warê pêşketina xebatên zimanî de jî gavên girîng hatin avêtin, lê belê ew pêvajoya ku jê re “pêvajoya çareserîyê” dihat gotin, têk çû, ji nû ve şer û lêkdanan dest pê kir, ewrên reş û tarî xwe berdan ser xebatên zimanî jî. Gelek sazî hatin girtin, destkeftinên der barê zimanê kurdî de jî ji navê hatin birin. Îro ji nû ve geşedanekê dest pê kiriye, çalakîyên ku îsal di Cejna Zimanê Kurdî de hatin lidarxistin nîşaneya vê yekê ne. Îro tiştê kêm zimanê kurdî, statû û mafê perwerdehîyê ye; ev dê bi têkoşîneke xurt a hevgirtî û sivîl were bidestxistin.
Tu di pirtûkê de bi kurtahî qala Koma Hawara Kurdî dikî ku însîyatîfeke ziman e û niha ji alîyê kurdan ve nayê naskirin. Tu vê komê wekî “yekemîn însîyatîfa avakirina tevgereke sivîl-demokratîk pênase dikî. Tu dixwazî çend gotinan li ser vê komê bikî da ku parazvanên kurdî li ser mijarê piçek din agahdar bibin?
Ev kom di sala 2005an de ji hêla mamoste û şagirtên Kursa Fermî ya Stenbolê ve hate ragihandin. Wan manîfestoyek jî belav kir, min di pirtûkê qala wê jî kiriye. Lê mixabin tevgera siyasî ya kurd negihaştibû wê kamilbûnê ku vê komê hembêz bike û pêşîyê veke da ku mezin bibe, jê tevgere zimanî ya neteweyî derkeve.
Kesên şahidê nîqaş û geşedanên wê demê ne dizanin ku TZP Kurdî li ser mîrateya teorîk a Koma Hawara Kurdî hat damezrandin. Tu di pirtûkê de dibêjî “TZP Kurdî xwestîye têkoşîna zimanê kurdî bibe qadeke stratejîk a têkoşîna demokratîk a gelê kurd.” Bi ya te, tevgerê vê armanca xwe çiqas pêk anî?
TZPKurdî di dîroka têkoşîna gelê kurd de xwedî cihekî taybet e, di nava çend salan de mijara ziman û hişmendîya ziman, têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî xist rojeva civakê. Di nava demeke kurt de gelek sazî hatin avakirin, mirov hatine perwerdekirin, materyal hatin amadekirin. Lê ji ber heman sedema ku nehişt Koma Hawara Kurdî bijî, TZPKurdî jî piştî demekê hate bertengkirin, pîvanên siyasî û bîrdozî li ser hatin ferzkirin. Lewma jî piştî çend salan tevger biçûk û teng bû. Pêşî bi tenê nav ma, piştre nav jî nema. Di mijara TZPKurdî de şikestina sereke helwesta wê ya li hemberî beşên kurdî û dersên vebijêrkî bû. Vê yekê dubendiyeke xurt xist nava dilxwaz û dilsojên zimanê kurdî.
Tevgerên ziman li gelek welatan parçeya bernameya hin berfirehtir e ku em wekî “netewesazkirinê” dikarin pênase bikin. Di konteksta kurdan de tevgera sereke ya polîtîk “întegrasyonê” dike esasê paradîgmaya xwe û terka statuya polîtîk dike ku wekî “xweserîya demokratîk” pênasekiribû. Ev guherîn çawa wê bandorê li hewldana parastin û vejîna kurdî bike? Yan jî di bin banê “întegrasyona” ku statuyê li derve dihêle parastina kurdî pêkane?
Tiştê ku min fêm kiriye tevgera siyasî dev ji daxwaza statûyê, bi taybetî jî statûya ji bo zimanê kurdî bernedaye. Bi tenê vê mijarê wekî merceke çekdanînê danayne ber rayedarên dewletê. Îro hemû derdorên siyasî û civakî gihaştinê wê bawerîyê ku êdî têkoşîna gelê kurd divê ne bi çekan, bi rê û rêbazên demokratîk were meşandin. Tevgera siyasî ya ku heta niha şerê çekdarî dimeşand, piştî ku dev ji çekan berda, heke doza mafên kurdan neke, dê çi bike?
Li alîyê din ev derdorên ku li dijî vê stratejîya 27ê Sibatê ne, heta niha wan digot, “Şerê çekdarî nahelê ku xebata me geş bibe” nexwe bila ji niha pê ve xebata xwe geş bikin. Bi vê stratejîyê rê li ber xebata wan jî vedibe.
Wekî encam ez dikarim bibêjim, kurdên welatparêz di nava kîjan rêxistinê de bin jî, îro hê jî doza mafên xwe yên neteweyî dikin; doza statûyekê ji bo kurdan û zimanê kurdî dikin. Lewma jî li şûna ku kurd şerê hev bikin, bila her kes karê xwe bi awayê herî baş û serkeftî bike, bila gel xwedanê hizir û ramana herî rast hilbijêre. Hêza me hevgirtina me ye, tiştê ku me jî zimanê me jî rizgar bike hevgirtina me ye. Civaka kurd, civakeke pir-reng û pirdeng e, divê kes “rastîyên xwe” li ser kesî ferz neke.
Hevpeyvîn ji Berwarnewsê hatîye girtin
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat