Lêçûyînên ji bo mîlîtarîzmê derket asta rekorê

Mesrefên leşkerî li sala 2025an de asta rekorê. Cîhan par nêzîkî 3 milyar trîlyon dolar ji bo mîlîtarîzmê mesref kir. Lêkolîna derbarê mijarê de ji alîyê SIPRIyê ve hat kirin.

Înstîtuya Lêkolînên Aştîyê yên Navneteweyî yên Stockholmê (SIPRI) ragihand, lêçûyînên leşkerî di sala 2025an de derket asta herî bilind.

Dewletên cîhanê par 2.887 trîlyon dolar ji bo artêşên xwe mesref kirine. Ev sala 11. e ku mesrefên leşkerî gav bi gav bilind dibin. Lêkolînerên SIPRI didi zanîn, gelek welat planên demdirêj ên paraastinê amade kirine.

Zêdebûna herî balkêş a mesrefên leşkerî li parzemîna Ewrûpayê pêk hatîye. Welatên ewrûpî par di vê qadê de 864 milyar euro mesref kirine. Ev jî ji salên borî % 14 zêdetir e. Welatên li navend û li rojhilatê Ewrûpayê ji bo parastinê fonên mezin terxan kirine. Heman trend li Îspanya û Îtalyayê jî pêk hatîye ku herdu jî li başûrê Ewrûpayê ne.

Almanya bi 114 milyar dolarî li Ewrûpayê welatê yekemîn e ku lêçûyînên leşkerî kirine. Mesrefên leşkerî li Almanyayê ji % 24 zêdetir bûye û vî welatî cara ewil hedefa ji % 2yê NATOyê ya ji bo lêçûyînên leşkerî derbas kirîye.

Foto: Tankên Leopard 2 A5 ên Almanyayê, Bundeswehr CC BY 2.0

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Neteweyeke bê dewlet, gelekî sernatew

Li gel sozên sedsalane yên nehatine girtin, pevçûn û bêrîgirtina ji qada siyasî, wekî gelekî …