100 hezar kes li bajarê Bonnê ya Almanyayê tevlî pîrozbahîya Newrozê bûn. Pîrozbahî ji alîyê Konfederasyona Dîyasporaya Kurd ve hat lidarxistin.
Îsal pîrozbahîya herî mezin a Newrozê ya li dîyasporayê li Almanyayê hat lidarxistin.
Bajarê Bonnê ya li rojavayê Almanyayê malovanîya ji vê pîrozbahîyê re kir.
Konfederasyona Dîyasporaya Kurd ku nêzîkî PDKê ye, vê çalakîya mezin birêxistin kir.
Koordînatorê Newroza Bonnê Akîf Hesen ragihand, li derdora 100 hezar kes beşdarî Newrozê bûne.
Medyaya alman îdîa kir, li derdora 50 hezar kes beşdarî pîrozbahîyê bûn e.
Bi mebesta hêsankirina gihîştina qadê û pêşîgirtina xitimandina trafîkê, Pira Başûrê ji hatûçûnê re hat girtin.
Ji gelek welatên Ewrûpayê welatparêzên kurd ji bo pîrozbahîyê hatin Bonnê.
Di serî de Şivan Perwer, gelek hunermendên kurd tevlî pîrozbahîyê bûn û derketin ser dikê.
Rûdaw TV ji destpêkê heta dawîyê bernameya Newrozê zindî weşand.
Peyama Mesûd Barzanî
Lîderê kurd Mesûd Barzanî bi rêya vîdyoyê tevlî bernameyê bû û axaftinekê kir.
Barzanî got, “gelê kurd tu carî dev ji mafên xwe yên rewa berneda ye” û “meşaleya bi xwe bawerî, azadî û berxwedanê di dilê hemû kurdan de ye.”
Herwiha, ji dêbavên kurd daxwaz kir ku “nehêlin zarokên wan ji ziman û çanda wan dûr bikevin.”
Foto: Newroza Bonnê ya 2026an/Welat TV
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat