Elîsar Şêxo
Geşedanên dawî careke din nîşan didin, sîstema cîhanê ya di bin serdestîya lîderên wekî Trump de, herdem berjewendîyên xwe di ser edaletê û azadîya gel û komên civakî re digire.
Trump di destpêka rêveberîya xwe ya duyemîn de xwe wekî aştîxwaz dida pênasekirin. Ew di wê bawerîyê de bû ku wê Rûsya a wî kiribûna û şerê li Ûkraynayê sekinandibûna. Herwiha, wî dixwest di meseleya Xezeyê de jî xwe wejî kevokeke aştîyê nîşan bide. Lêbelê di demeke kurt de derket holê wî projeyên xwe yên aşîtîyê ji bo xurtkirina hegemonyaya xwe ya li ser cîhanê amade kirîye.
Trumpê di gelek meseleyên cîhanî de wekî dîktatoran tevdigere di warê bikaranîna rêbazan de ji dîktatorên klasîk vediqete. Ew bi rêya wekîlên xwe yên li cîhanê şerên wekaletê dide destpêkirin û paşê xwe weke alîyê navbeynkar û aştîxwaz nîşan dide. Li alîyekî din jî, Trumpê bi hilbijartinê hatîye ser kar, ji dîktatorên din ên li seranserê cîhanê ne cûda ye. Ew jî dixwaze erdnîgarîyên cuda yên ku nakevin sînorên welatê wî, têxe bin kontrolê û sînorên dewleta xwe berfireh bike.
Tiştên ku Trump ji dîktatorên din cuda dike, projeyên wî yên bazirganîyê yên xurt in. Trump di bin slogana Amerîkayê Ji nû ve Mezin Bike (MAGA) dixwaze xwe wekî kesê Amerîkayê xurt dike nîşan dide lê di bin vê maskeyê de berjewendîyên xwe yên bazirganîyê difikire. Xeza mînaka herî eşkere û berbiçave ku Trump dixwaze dagirbike di bin plana xwe ya Master a ji bo vê herêmê de. Trump bi riya erkdarkirina kesên nêzîkî xwe dixwaze desthilata xwe li ser Xeza bisepîne. Bi rêya tesîsên li herêmê çêdike dixwaze Xezayê ji bo xwe bike çavkanîyeke dahatê. Trump dixwaze li Arktîkê kolonyalîzma Amerîkayê pêş bixe û Greenlandê têxe bin kontrola xwe. Ji ber ku xelkê wê naxwazin girava wan bibe parçeyeke Amerîkayê, Trump dixwaze bi rêya pereyan gel qanih bike û vî welatê berf û qeşayê bikire.
Trump xwe bi Xeze û Greenlandê bi sînor nake û ji Venezûelayê heta Îranê midaxaleyî hemê cîhanê dike. Armanca operasyona Amerîkayê ya li Venezûelayê ku di encam de Nicolas Maduro hat girtin, kontrola li ser petrola vî welatî bû. Trump paşê berê xwe da Sûrîyeyê û xwest HSDê li hemberî operasyona li dijî Heşdî Şabî û Îranê bi kar bîne. Ji ber ku HSDê vê qebûl nekir, Trump pêşîya êrişên rejîma Şamê û paramîlîterên wê yên li dijî Rojava vekir. Geşedanên dawî careke din nîşan didin, sîstema cîhanê ya di bin serdestîya lîderên wekî Trump de, herdem berjewendîyên xwe di ser edaletê û azadîya gel û komên civakî re digire.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat