Macron di parvekirineke xwe de got, “Fransa wê piştevanê wê yekê be ku wê ev peyman bê kêmasî bê cih bê anîn.” Bi van gotinan, serokê Fransayê peyameke xurt da rejîma Şamê ku ew ê bicihanîna peymanê bişopîne.
Fransa di alozîya di navbera hikumeta îslamîst a Şamê û Rojava de polîtîkayeke aktîf dimeşîne. Parîsê di asta serok Emmanuel Macron de tevlî proseya pêkhatina peymana 31ê kanûna paşîn bû. Nûnerên Rojava Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmede pozîsyona Fransayê ya di vê meseleyê de piştrast kirin. Herdu lîderan jî di axaftinên xwe yên nirxnadina peymanê de spasîya Macron kirin.
Herçî Macron bû, di parvekirina xwe ya piştî îmzekirina peymanê de dîtinên xwe îfade kir. Macron di li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:
“Sûriyeyeke serwer, yekbûyî û aram.
Sûriyeyeke aştiyane ku hurmetê nîşanî hemû pêkhateyan dide.
Sûriyeyeke ku bi temamî tevlî têkoşîna li dijî terorê dibe.
Ez Serokomar Ahmed El- Şara û General Mazlûm Ebdî pîroz dikim ku vê sibehê peymaneke berfireh îmze kirin ku derfetê dide agirbesteke mayinde û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di nava dewleta Sûriyeyê de bi rengekî aştiyane pêk tîne. Fransa wê piştevanê wê yekê be ku wê ev peyman bê kêmasî bi cih bê anîn.
Fransa wê bi hevkarên xwe re piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê gelê Sûriyeyê ya li ser rêya jinûveavakirin, edalet û aramiyê û dewam bike.”
Infowelat
Foto: Emanuel Macron
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat