Rojava û Şam peymana entegrasyonê îmze kirin

Mazlûm Ebdî: “Em dizanin ku piranî gelê me ji vê peymanê nerazî ye. ku peyman bendewarîyên gelê kurd pêşwazî nake lê tevlî vê jî di van şert û mercan de encax ev dikaribû bihatana kirin.”

Alozîya li Rojavayê Kurdistanê bi peymaneke din derbasî qonaxeke din bû. Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûrîyeyê di 30yê kanûna paşîn de peymanê îmzekirin. Agirbest û entegrasyona Rojavayê Kurdistanê ya di nava Sûrîyeyê de naverokê vê peymanê pêk tînin. Di belgeya herdu alî li hev kirin de qala statuya ji bo Rojava nayê kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî di bernameyeke taybet a Ronahî TV de li ser vê peymanê axivî. Ebdî got armanca vê lihevkirinê pêşîgirtina li êrişa li dijî Rojava bû. Ebdî got “em dizanin ku piranî gelê me ji vê peymanê nerazî ye ku peyman bendewarîyên gelê kurd pêşwazî nake lê tevlî vê jî di van şert û mercan de encax ev dikaribû bihatana kirin.”

Peyman rê li ber rejîma Şamê vedike ku hêzeke xwe li Hesekê bi cî bike. Ebdî derbarê detayên vê de wiha axivî:

“Me li hev kir ku hêzeke sînordar û diyar ji Ewlehiya Giştî derbasî çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo û Hesekê bibin, tenê erkên wan îdarî bin, da ku proseya entegrasyonê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bişopînin.”

Ebdî di derbarê giringîya bajarê Hesekê jî gotinên balkêş kirin û ji koçberên Hesekeê daxwaz kir vegerin malên xwe. Ev jî nîşan dide ku kontrola sîyasî û leşkerî ya li ser Hesekê wê piştî peymanê bibe meseleyeke sereke.

Ebdî da zanîn wê peyman di 2yê sibatê de têkeve merîyetê. Hin alîyên balkêş ên Ebdî derbarê peymanê de kir wiha bûn:

  • Hêzên hikumeta demkî wê nekevin bajar û gundên k Erka parastina van herêman wê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bê kirin
  • Wê hêzên QSDê di nava tûgayan de xwe bi rêxistin bikin
  • Dorpêça li ser Kobanê wê bê betalkirin
  • Hêzên QSDˊê û yên hikumeta demkî ji eniyên şer ên Cizîr û Kobanê vekişin.
  • Karmendên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wê entegreyî saziyên hikumeta demkî bibin lê wê di erkên xwe dewam bikin.
  • Amerîka destekê dide vê peymanê û serokê Fransayê Macron garantorê siyasî ya peymanê ye

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Macron garantorê peymana Rojava-Şamê ye

Macron di parvekirineke xwe de got, “Fransa wê piştevanê wê yekê be ku wê ev …