Alanê ku du sal berê li Swîsreyê serlêdana penaberiyê kir, li Tirkîyeyê hat girtin.
Xên ji Alan, 12 welatîyên Tirkîyeyê ku daxwaza wan a penaxwazîyê hatin redkirin, li Tirkîyeyê hatin girtin.
Yek ji hinceta redkirina daxwaza penaberîyê ya li Swîsreyê orjînabûna belgeyên Tirkîyeyê ne.
Swîsre îdia dike, gelek penaxwaz li Tirkiyeyê belgeyên sexte amade dikin.
Swîsre mafê penaberiyê nade gelek welatiyên Tirkiyeyê. Di demên dawî de serlêdana gelek kesan tê redkirin û hin ji wan tên deportkirin. Yek ji wan kesan Alan bû ku piştî redkirina daxwaza wî ya penaberîyê vegerîya Tirkîyeyê û li wir hagirtin.
Alan du sal berê li Swîsreyê serlêdana penaberiyê kir û belgeyên derbarê dozên xwe yên li Tirkîyeyê de pêşkêşî Swîsreyê kir. Lêbelê Swîsre tirsa Alan a ji dewleta tirk bê bingeh qebûl kirin û xebatên w wî yên sîyasî ji bo mafê penaberîyê têr nedîtin. Dadgerê îdarî yê federal biryar da ku tacîz û muameleya xerab a li Tirkîyeyê li Alan hatîye kirin. Ji bo mafê penaberiyê ne bingeheke sexlem e.
Alan di destpêka îlonê de neçar ma ku ji Swîsreyê derkeve. Gava gihîşt balafirgeha li Tirkiyeyê, ew hat girtin. Li gorî birayê wî Mîro, ew ji hingî ve di girtîgehê de ye. Ji bo parastina malbatê, navê Mîro jî hat guhertin. Mîro dibêje, “Rewşa birayê min pir, pir xirab e.” Tenduristiya Alan a fîzîkî û derûnî bi lez xera dibe. Ew ji heşt heta deh salanbi cezayê girtîgehê re rû bi rû ye.
Çima Swîsre daxwazên penaxwazîyê red dike?
Doza Alan gelek penaberên ji Tirkiyeyê hatine eleqeder dike ku di heman rewşê de ne. Li gorî SRFê, di mehên dawî de herî kêm 12 dozên bi vî rengî qewimîne. Li gorî nûçeyê, li Tirkîyeyê di derbarê her 12 kesan de lêpirsînên siyasî, wekî heqaret li serokkomar an propagandaya terorîzmê berdewam in. Tevî vê jî, hemûyan ji Swîsreyê hatin dersînorkirin û li Tirkiyeyê hatin girtin.
Eliane Engeler, ku rêvebira medyayê ya rêxistineke alîkariya penaberan e, di vê babetê de ji SRFyê wiha axivî:
“Em her ku diçe bêtir bûyerên kesên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatine redkirin û di dema vegera wan a Tirkîyeyê de hatine girtin dibînin.” Engeler diyar dike ku “Swîsre li hember penaberên Tirk siyaseteke penaberiyê ya jidandî dimeşîne.”
Du meh berê, rêxistinên alîkarîya penaberan nameyek ji Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê (SEM) re şandin, û jê xwestin kesên daxwaza wan a penaberîyê hatine redkirin, neşînin Tirkîyeyê. Lêbelê SEM di bersiva xwe de vê daxwazê red kirîye û gotîye ew her dosyeyê cihê vedikole. Yek ji hinceta redkirina daxwaza penaberîyê ya li Swîsreyê orjînabûna belgeyên Tirkîyeyê ne. Swîsre îdia dike ku belgeyên wiha li Tirkiyeyê belgeyên sexte bi pereyan tên amadekirin.
Infowelat
Foto: Girtîgeheke li Tirkîyeyê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat