Angola 50 sal berê bû welatekî serbixwe

Nuqteyên giring

  • Şerê rizgariya Angolayê di 1961an de li hemberê Portûgalê dest pê kir

  • Kuba desteka leşkerî da MPLAyê lê Amerîka û welatên kevneperest ên li herêmê piştevanîya du FNLA û UNITAyê kirin

  • Piştî Şoreşa Qerenfîlê, Portûgal bi hêzên Angolayê re dest bi muzakereyan kir

  • Angola di 1975an de serxwebûna xwe raguhand lê di heman salê de şerê navxweyî dest pê kir

  • Şerê navxweyî ku di 2002an de bi dawî bû, li dûv xwe di navbera 500 û 800 hezarî de qurbanî hişt

Angolaya ku welatekî Afrîkayê ye, di 1975’an de serxwebûna xwe ragihand. Belavoka serxwebûnê, di 11yê çîrîya paşîn de de ji alîyê Agustinho Neto ve hat xwendin. Agustinho Neto, lîderê Tevgera Gel a Rizgariya Angolayê (MPLA) bû.

Şerê rizgariya Angolayê di 1961an de li hemberê Portûgalê dest pê kir. Eniya Neteweyî ya Rizgariya Angolayê (FNLA) û Serxwebûna Temamî ya Angolayê (UNITA) jî di destpêkê de tevlî şerê rizgarîyê bûn. Portûgal bi hêzeke giran operasyonên mezin li dijî serxwebûnxwazan li dar xist. Rejîma apartheid a Başûrê Afrîkayê ji ser Namîbyayê midaxaleyê berxwedanê kir.Angola ji bo li dijî tifaqa li hember şoreşê li ber xwe bide ji Kubayê alîkarîya leşkerî girt. Tifaqa enternasyonalîst a Angola-Kubayê li artêşa Başûrê Afrîkayê û Portûgalê têk birin û piranîya erdên welêt rizgar kirin.

Leşkerên Portûgalê yên li Angolayê

Di 1974’an de bi Şoreşa Qerenfîlê a li Portûgalê dîktatoriya Salazar hat hilweşandin. Rêveberîya Portûgalê bi Angola û kolonîyên din re dest bi muzakereyên serxwebûnê kir. Muzakere di 1975an de bi îmzekirina peymana serxwebûnê gihişt armanca xwe. Artêşa şoreşger, piştî peymanê ket Lûandayê û ala reş û sor a serxwebûnê li paytextê bilind kir. Mixabin herdu rêxistinên din FNLA û UNITA pêşengîya hêzên şoreşger qebûl nekirin û ev jî derî li şerê navxweyî vekir.

Şerê navxweyî 19 sal dom kir

Angola di navbera 1975-2000î de veguherî enîyeke şer a di navbera hêzên sosyalîst û emperyalîst de. Şer 19 sal dom kir û di encam de UNITAya bûbû pêlîstoka hêzên kevneperest ên herêmî û yên emperyalîst, hat têkbirin. Berdêlên şerê navxweyî yên Angolayê ji şerê serxwebûnê girantir bû. Di şer de piranîya wan sivîl di navbera 500 hezar û 800 hezaran de angolayî jiyana xwe ji dest dan.

Encamên serxwebûn û şerê navxweyî yê Angolayê bandoreke mezin li welatên li başûrê Afrîkaya kirin. Hin encamên serxwebûna Angolayê ev in:

– Namîbyaya di bin dagirkirina rejîma Başûrê Afrîkayê de bû bi rêberîya SWAPOyê serxwebûna xwe bi dest xist. SWAPO rasterast destekê ji hêzên şoreşger ên Angolayê wergirt.

Ciyê Angolayê ya li parzemîna Afrîkayê

– Rejîma apartheid a li Başûrê Afrîkayê ket nava krîzê û bi Nelson Mandela û partîya wî ANCyê re dest bi muzakereyan kir. Bi hilbijartinên demokratîka 1994an rejîma apartheid hilweşîya û partîya Nelson Mandela hat ser kar.

-Rejîma Ian Smith a nîjadperest a li Rodezyayê hilweşîya û paşê li heman welatî dewleta Zîmbabwe hat ragihandin.

Infowelat

Foto: Lîderê serxwebûna Angolayê Agustinho Neto 

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Rûsya testên çekên atomê dinirxîne

Nuqteyên giring  Rûsya li hember gotinên Trump, ceribandina çekên atomê dinirxşîne Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê …