Nuqteyên giring
- Partîya Komarger a Trump di hilbijartinên 4ê çirîya paşîn de têk çû
- Eyaletên Virginia û New Jerseyê walîyên demokrat hilbijaartin
- Zohran Mamdanî yê dijberê polîtîkayên Trump, bû şaredarê New Yorkê
Welatîyên Amerîkayê ji bo walî û parlamentoyên çend eyaletan duh dengên xwe dan. Di heman rojê de hilbijartinên beledîyeyan jî hatin lidarxistin. Dengdayîn wekî referandûma di derbarê polîtîkayên Trump de hat nirxandin. Partîya Komarger a Trump di encama hilbijartinan de şikestineke mezin xwar.
Namzetên Partîyên Demokrat di 4 hilbijartinên krîtîk de bi ser ketin. Walîtîyên Virginia û New Jerseyê bûn para namzetên demokrat.Hilbijartina li eyaleta Californiayê ji yên din cudatir bû. Hilbijêrên li vê eyaletê ji bo dîyarkirina sînorên herêmên hilbijartinê dengên xwe dan. Encama vê dengdanê jî li gorî dilê Partîya Demokrat bû.
New York şaredarê sosyalîst hilbijart
Tevlî hilbijartinên eyaletan jî, çavê gelek herkesî li ser encamên hilbijartina krîtîk a New Yorkê bû. Li vî bajarî, walîyê berê Andrew Cuomo û Zohran Mamdanî hatin pêşberî hev. Mamdanî ji % 50 zêdetir deng bi xistin û lê dengên Cuomo encax gihîştin ji sedî 42. Encamên hilbijartinê ji bo Zohran Mamdanî bû serkeftineke zelal. Mamdanî wê di destpêka sala 2026 de wê dest bi karê Şaredarîya New Yorkê bike.

New York bi 8.5 mîlyon nifûsa bajarê herî mezin ê Amerîkayê ye. Serkeftina Mamdanî ya li vî bajarî encameke dîrokî tê qebûlkirin. Mamdanî wekîlê Partîya Demokrat ê Parlamentoya New Yorkê ye. Ew di heman demê de endamê partîya Sosyalîstên Demokrat ên Amerîkayê ye.
Mamdanî di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê ragihand, wan li New Yorkê serdestîya elîtan hilweşandine. Şaredarê nû polîkaya koçberîyê ya Trump red dike û dixwaze koçber li bajêr biparêze. Ev yek jî bû sebeb ku koçber û penaberên li bajêr bi girseyî dengên xwe bidin Mamdanî. Sebebeke din a serkeftina Mamdanî rewşa sektora avahîyên niştecîyên li bajêr in. Ji sedî 70yî niştecîyên bajêr kirêdar in û 3 milyon ji wan salane ji sedî 30’ê dahata xwe didin kirê. Tevlî zêdebûna buhayê kirê, xanî kêm tên peydekirin û ev rewş ber bi krîzekê ve diçe.
Trump ji bo encaman çi got?
Piştî encamên hilbijartinan, li Amerîkayê awir zivîrîn ser Donald Trump. Serokê Amerîkayê Trump di platforma ya “Truth Social” de encaman wiha şîrove kir:
“Trump tevlî hilbijartinê nebibû û sekinandina xizmetên hikûmetê du sebebên windakirina hilbijartinan a komargeran e a îşev e”
Bi gotina “sekinandina xizmetên hikûmetê” Trump qala bloqekirina fînansmana ji bo hikumeta federal dike. Partîya Demokrat ku di Senatoya Amerîkayê de piranîyê pêk tîne, butçeya hikumeta federal asteng dike.
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat