Belçîka rêya Euroclearê girt

Kurteya nûçeyê

  • YE di civîna dawî de naveroka alîkarîya ji bo Ukraynayê zelal nekir
  • Lîderên ewrûpî ji bo bikarîna pereyên Rûsyayê yên li Brukselê hatine tomarkirin li hev nekirin
  • Belçîka ji bo bikaranîna pereyê di Euroclearê de hatîye komkirin, di garantîya parvekirina berpirsîyê daxwaz kir.
  • YE bi pakêta 19. ambargoya li hember Rûsyayê girantir kir

Meseleya Ukraynayê herku diçe zêdetir ji bo Ewrûpayê girantir dibe. Amerîkaya di bin rêveberîya Trump de nema wekî berê destekê dide Ukraynayê û loma Ewrûpa dixwaze vê valahîyê dagire. Yekitîya Ewrûpayê plan dike 140 milyar euro ji pereyên Rûsyayê yên li Brukselê kom bûne, ji bo Ukraynayê terxan bike. Lêbelê nakokîyên di navbera Yekitîya Ewrûpayê de heta niha destûrê neda rêya bikaranîna pereyên Rûsyayê bên bikaranîn.

Yekitîya Ewrûpayê cara dawî ji bo zelalkirina naveroka alîkarîyê û bi taybetî biryardayîna di meseleya bikaranîna pereyên Rûsyayê  li Brukselê civîya. Civîna 27 lîderên welatên endam tevlî bûn, di 23yê çirîya pêşîn de hat lidarxistin. Lêbelê di vê ciîvnê de jî meseleya bikaranîna pereyên Rûsyayê nehat çareserkirin.

Serokwezîrê Belçîkayê Bart de Wever

Mixalefeta Belçîkayê

Belçîkaya ku malovanîyê ji bankeya Euroclear a pereyê Rûsyayê tê de ye dike, ji bo bikaranîna vî pereyî şerteke danî pêşîya endaman. Serokwezîrê vî welatî Bart de Wever ji lîderên daxwaz kir, dema roj hat û Rûsya di çarveyeke hiqûqa navneteweyî de pereyê xwe xwest, divê dayîna vî deynî di navbera ji alîyê hemû welatên endamên Ewrûpayê ve bê parvekirin. Bi gotineke din, Belçîka xwe ji bo senaryoya herî xerab amade dike û naxwaze li hember Rûsyayê bi tena serê xwe bimîne. Belçîka ditirse, naxwaze bi tena serê xwe berpirsîya destdanîna ser pereyan bigire.

Ambargoya 19. li hember Rûsyayê

Yek ji encamên ji vê civînê derket, girankirina ambargoya li hemberê Rûsyayê bû. Welatên endamên yekitîyê îmzeya xwe avêtin binê pakêta ambargoya 19.

Hin nuqteyên giring ên ambargoyê wiha ye:

  • Qedexekirna kontraktên LNGê (Gaza Hatîye Ronkirin) a bi Rûsyayê re.
  • Bicîkirina 117 keştîyên Rûsyayê di nava Stolaya Tarî (keştîyên bi kaçaxî gaz û petrola Rûsyayê difroşin) de.
  • Girankirina ambargoya heyî ya li hemberê kirîn û firotina petrol û gaza Rosneft û Gaspromneftê.
  • Qedexekirina bazirganîya bi rêya pênc bankeyên din ên Rûsyayê û pênc bankeyên li Kirgizistan û Tacîkistanê.
  • Bisînorkirina bikaranîna sîstema qerta kredî a Rûstayê (MIR) û şîstema peredayînê (SBP)

Bisînorkirina îxracatê ya 45 şîrketên din ku 17 ji wan Çîn, Tayland û Hindistanê ne.

Ji bo Ukraynayê çi soz hatin dayîn?

Beşdarên civînê tevlî ku meseleya herî krîtîk çareser nekirin, di warê domandina alîkarîyê de soz dan Ukraynayê. Lîderên ewrûpî dîyar kirin, alîkarîya fînansî wê di salên 2026 û 2027an de berdewam bike. Di daxuyanîyê de bang li Komîsyona Ewrûpayê hat kirin, “rojek berîya rojekê” alîkarîya fînansî û leşkerî ya ji bo Ukraynayê zelal bike. Tê payîn, di civîna meha bê de ji bo alîkarîyê gavên şênber bên avêtin.

Infowelat

Foto: Ala Yekitîya Ewrûpayê 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîtîkaya parastina kurdî li Wanê hat gotûbêjkirin

Di Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de rêbazên ji bo parastina …