Rojava û rojhilatê Almanyayê di 1990î de bûn yek

Kurteya naverokê

  • Ji ber çalakîyên girseyî yên li Berlinê, rêveberîya rejîma Komara Demokratîk a Almanyayê (KDR) di 9ê çirîya pêşîn 1989an de derîyên Berlînê vekir. Paşê jî Dîwarê Berlînê ku bûbû sembola parçebûna Almanyayê û destpêka Şerê Sar hat hilweşandin.
  • Di adara 1990î de li KDRê hilbijartinên demokratîk hat lidarxistin û hikumeteke alîgirîya yekitîya Almanyayê dikir, hat hilbijartin.
  • Di gulana 1990î de rojava û rojhilatê Almanyayê peymaneke yekitîya aborî û civakî îmze kirin.
  • Di tebaxa 1990î de her du Almanya Peymana Yekitîya polîtîk îmze kirin.
  • KDR di 3yê cotmeha 1990an de dawî li hebûna xwe anî û rojhilat û rojava bûn yek.
  • Almanya di îlona 1990an de bi çar dewletên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de wê dagir kiribûn (Amerîka, Yekitîya Sovyetê, Brîtanya û Fransa) peyman îmze kirin. Bi her çar peymanan yekitîya Almanyayê hat qebûlkirin
  • Rojhilatê Berlînê ya navenda rejîma sovyetîk bû, bi rojavayê bajêr re bû yek û Berlîn wekî paytexta Almanyaya yekgirtî hat ragihandin.
  • Almanyaya yekgirtî di heman salê de bi Polonyayê re peymana sînor îmze kir û erdên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji ketibûn destê Polonyayê wekî parçeyeke vî welatî qebûl kir.
  • Leşkerên Yekitîya Sovyetê di 1991an de ji rojhilatê Almanyayê dest bi vekişînê kirin û di vekişîn di 1994an de temam bû.
  • Barê aborîyê ya yekitîyê ji bo Komara Federal a Almanyayê giran bû. Hikumetên alman ji bo modernkirina binesazîya rojhilatê Almanyayê di navbera 1.5 û 2 trîlyon euroyî de mesrefê kirin.

Roja 3yê cotmehê Roja Yekitîya Almanyayê ye. Rojhilatê Almanyayê di vê rojê de tevlî Almanyaya Federal bû. Ev bûyera ku hem ji Almanyayê û hem jî ji bo Ewrûpayê dîrokî bû, di 1990î de pêk hat.

Paşxaneya dîrokî ya parçebûna Almanyayê xwe dispêre encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Şerê hilweşîner bi têkçûna Almanyaya Nazî bi dawî bû. Welatên serkeftî di 1945an de Almanyayê di navbera xwe de parve kirin û herêmên dagirkirî ava kirin. Amerîka, Brîtanya, Fransa û Yekitîya Sovyetê bûn xwedîyê kontrola herêmeke Almanyayê.

Rojava (zer) û rojhilatê Almanyayê di 1990an de bûn welatekî yekgirtî.

Di 1949an de bi biryara her sê welatên hevpeyman (Amerîka, Brîtanya û Fransa) Komara Federal a Almanyayê û di bin kontrola Moskowê de jî li rojhilat Komara Demokratîk a Almanyayê hat avakirin. Paşê, ji ber kûrbûna nakokîya di navbera sîstema Amerîkî-Ewrûpî û Sovyetê de bajarê Berlînê ku di navbera herdu hêzan de hatibû parvekirin, bi dîwarek ji hev hat veqetandin. Dîwarê ji alîyê Komara Demokratîk a Almanyayê hatibû çêkirin, bû sembola parçebûna Almanyayê û zordestîya rejîma sovyetîk a li rojhilat.

Proseya hilweşîna sîstema Sovyetê ku di dawîya salên 1980î de dest pê kir,  di 1989an de gihîşt ber derîyên Komara Demokratîk a Almanyê. Welatîyên li rojhilatê Berlînê ji bo demokratîkbûna welêt û hiweşîna dîwêr dest bi protestoyan kirin. Çalakîyên gel gihîşt bajarên din ên li rojhilat jî û do dawîya dawî de rejîma sovyetîk neçar hişt Dîwarê Berlînê hilweşîne.

Peymana Yekitîyê

Hikumeta Eric Honecker a li rojhilatê Berlînê di bin zexta mezin a çalakîyan de yekitîya bi Komara Almanyaya Federal re qebûl kir. Di 18yê gulana 1990î de her du dewletên alan peymana yekitîya aborî û civakî îmze kirin. Bi peymanê markê Almanyaya rojava dewsa markê Almanyaya rojhilat girt. Bi vê peymanê Komara Demokratîk a Almanyayê serdestîya xwe ya aborî radestî rojavayê Almanyayê kir.

Parlamentoya Komara Demokratîk a Almanyayê (Volkskammer) di 23yê tebaxa 1990î de biryara tevlîbûna rojhilatê Almanyayê a ji bo Komara Federal a Almanyayê girt. Bi vê encamê, dawî li Komara Demokratîk a Almanyayê ya 45 sal hatibû damezrandin hat.

Peymanên bi hêzên navneteweyî re

Peymana tevlîbûnê ji be paşxaneya dîrokî ya Şerê Cîhanê ya Duyemîn divê ji alîyê hêzên hevpeyman û Moskowê jî bihatana erêkirin. Fransa, Brîtanya bi fikara careke din xurtbûna Almanyayê ne qayîl bûn peymanê erê bikirana. Her du welat di encama hewldanên Amerîkayê de neçar man yekitîya Almanyayê qebûl bikin. Almanya di îlona 1990î de bi çar dewletên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de wê dagir kiribûn (Amerîka, Yekitîya Sovyetê, Brîtanya û Fransa) peyman îmze kirin. Bi her çar peymanan yekitîya Almanyayê hat qebûlkirin. Parlamentoya Yekitîya Sovyetê bi dûv nîqaşên xurt re di 1991an de yekitîya Almanyaya rojava û rojhilat qebûl kir.

Mesrefên ji bo yekitîyê

Encama aborîyê ya yekitîya Almanyayê bi tevahî bandorê li Komara Almanyaya Federal kir. Hikumetên federal ji bo başkirina aborîya lawaz a li rojhilat devê xizneya welêt vekir. Hikumetên alman di çarçoveya piştgîrîya Solidaritätszuschlagê de di navbera 1.5 û 2 trîlyon euro de mesrefê li rojhilatê Almanyayê kirin.

Fotoyê sereke: Çalakîyên li Derîyê Brandenburgê yên Berlînê (1989) 

Ev nûçeya di 3yê cotmehê de hatibû weşandin, bi agahîyên nû hat nûkirin. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Moldova ji Rûsyayê re got “Na”

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê di hilbijartinên parlamentoyê ya Moldovayê de bi ser ketin. Encama hilbijartinê bû …