Sebeba lêborînê pêşîgirtina zayîna jinên înûîtî ne ku bi destê rêveberîya Denmarkê ya li Greenlandê hatibû kirin. Bi vê armancê, di bedena jinên înûîtî de spîral hatibû bicîkirin.
Daxwaza rêveberîya Denmarkê ev bû, nifûsa înûîtan ku gelê otokton ên Greenlandê ne, zêde nebe. Bi vê re jî armanc ev bû, mesrefa ji bo Greenlandê tê kirin bê kêmkirin.
Denmark ji ber kiryarên xwe yên li Greenlandê lêborîn xwest. Lêborîna fermî ji alîyê serokwezîra vî welatî Mette Frederiksen ve hat xwestin.
Sebeba lêborînê pêşîgirtina zayîna jinên înûîtî ne ku bi destê rêveberîya Denmarkê ya li Greenlandê hatibû kirin. Bi vê armancê, di bedena jinên înûîtî de spîral hatibû bicîkirin.
Frederiksen di daxuyanîya xwe ya di vê mijarê de wiha axivî:
‘’Em nikarin pêşerojê biguherînin lê belê em dikarin berpirsiyariyê bigirin. Ez li ser navê Denmarkê lêborînê dixwazim.’’
Frederiksen da zanîn, gelek kiryarên cihêxwaz a sîstematîk “ji ber ku ew greenlandî ne” hatine kirin. Sîyasetmedara denmarkî dîyar kir, bikaranîna vê rêbaza ji li hemberê jinan bûye sebeba zirara fîzîkî û psîkolojîk.

Kurteçîroka kiryarên kolonyalîst
Meseleya mijara lêborînê bi giranî di navbera salên 1966 û 1970an de pêk hat. Di nava pênc salan de 4500 jinên rastî vê kiryara derveyî însanî hatin. Tê ragihandin, heman kiryar destpêka salên 1990î berdewam kirîye.
Daxwaza rêveberîya Denmarkê ev bû, nifûsa înûîtan ku gelê otokton ên Greenlandê ne, zêde nebe. Bi vê re jî armanc ev bû, mesrefa ji bo Greenlandê tê kirin bê kêmkirin.
Hikumeta niha ya Greenlandê vê polîtîkayê wekî ‘’komkujiya çandî’’ pênase dikin. Hikumeta otonom di 1992an de erkên tenduristîyê bi Denmarkê wergirtibû û dawî li vê kiryarê anîbû.
67 jinên ji Greenlandê ji ber rêbazên kontrola zayinê di sala 2023an de ji Denmarkê doza tezmînatê kiribûn.
Her yek ji jinan ji vî welatî 300,000 Kron (40,000 Euro) daxwaz kiribû.
Paşê jî di sala 150 jinên greenlandî ji Denmarkê heman daxwazê kiribûn.
Hikumeta Denmarkê ji bo vekolîna derbarê meseleya kontrola zayinê de vekolînekê dabû destpêkirin.
Li gorî encamên vekolîna ku çend roj berê hat eşkerekirin, 354 jinên înûîtî rastî kiryara kontrola zayînê hatine.
Greenland xwedî statuyeke çawa ye?
Greendland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîrava herî mezin a cîhanê ye û li Bakurê Okyanûsa Atlantîkê ye.
Berfirehbûna erdên welat ji bi qasî 2 milyon km2 ye û nifûsa giravê bi tenê 56,000’e.
Inuit 89 ji % nifûsê pêk tînin û lewma jî zimanê fermî Inuitî ye.
Greenland heta sala 1953’an koloniyeke Denmarkê bû û di 1979’an de bû xwedî statuya otonomiyê.
Denmark di 2009’an statuya otonomiya giravê berfirehtir kir û mafê ragihandina serxwebûnê da giravê.
Di çarçoveya her du qanûnên statuyê de Greenland bi riya hilbijartinan parlamentoya ji 31 endaman pêk tê hildibijêre.
Parlamento jî ji bo rêvebirina welêt ji nava xwe hukumetekê diyar dike.
Perwerde, tenduristî, masîgirî, çavkaniyên xwezayê û parastina xwezayê erkên hukumeta Greenlandê ye.
Foto: Ala Denmarkê
Nivîs ji hejmara 29. a e-kovara Kurdistanê hatîye girtin.