Kurdistanî 102. a salvegera wê de bi meşeke girseyî Peymana Lozanê protesto kirin.
Girse li Qada Jean-Monnet kom bû û heta Château d’Ouchy ku hevdîtinên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin, meşiya.
KNKê li qada mîtîngê danezana 102. salvegera Peymana Lozanê ragihand.
Kurdistanî 102. a salvegera wê de bi meşeke girseyî Peymana Lozanê protesto kirin.
Meşa mezin di 26ê tîrmehê de li bajarê Lozanê ya li Swîsreyê hat lidarxistin.
17 rêxistin û tevgerên kurdistanî yên wekî KCK, KNK, PUK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PJAK, ESU, PÎK û PYD ji çalakîyê re pêşengîyê kirin.
Girse li Qada Jean-Monnet kom bû û heta Château d’Ouchy ku hevdîtinên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin, meşiya.
Piştî axaftina Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut têkildarî encamên Peymana Lozanê li ser navê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Julien Eggenberger axivî.
Eggenberger bi van gotinan balê kişand ser bêedaletîya li hemberî gelê kurd:
“Peymana Lozanê ne tenê -soza xweseriya Kurdan a ku di Peymana Sevrê de hatibû nivîsandin – betal nekir, di heman demê de bi mîlyonan jin û mêr jî sedsal bi zilmê rû bi rû man. Hebûna wan ji nexşeyan birin, zimanê wan, çanda wan, mafê wan ê jiyana azad hate înkarkirin. Sedsal şûnde jî ev bêedaletê hîn jî didome. Kurd hîn jî belav bûne, rastî zilmê hatine û ji cih û warên xwe hatin derxistin. Lê divê were zanîn ku berxwedana we ji wan bihêztir e. Divê em vê yekê bi dengekî bilind bibêjin: Peymana Lozanê ne tenê peymanek kevn û bi toz e; ew birînek vekirî ye. Heta ku ev birîn neyê naskirin û edalet pêk neyê, li Rojhilata Navîn aştiya mayinde ne mimkun e. Hûn demek dirêje di bin zilm û bê edaletiyê de jiyan. Çanda we, zimanê we, nasnameya we hate înkarkirin.”
Kurd serî natewînîn
Eggenberger bi gotinên zelal destekê da doza kurd:
“Lê tu carî we serî netewand. We li ber xwe da. We mafê xwe yê hebûnê, mafê xwe yê axaftina bi zimanê xwe, veguheztina çanda xwe, diyarkirina çarenûsa xwe parast. Têkoşîna we ji bo hemû kesên ku edalet û azadiyê dixwazin bûye mînakek. Ji ber vê yekê em îro li vir li gel we ne! Heta niha jî ev zilm berdewam dike. Nûnerên we yên hilbijartî girtî ne, dengê we tê qutkirin, mafên te tên binpêkirin. Em van van pêkanîna bi we re şermezar dikin. Em daxwaza bidawîanîna zilmê, naskirina mafê we yê diyarkirina çarenûsê dikin. Bijî azadî! Bijî hevgirtin! Bijî berxwedana gelê kurd.”
Paşê, nûnerên hin partîyên din bi axaftinên xwe destekê li ser neheqîya dîrokî ya li hemberê kurdan axivîn.
Bi dûv meşê re li ber avahiya dîrokî Ouchyê ku peyman lê hat îmzekirin, mîtîng hat lidarxistin. LLi vir jî li ser navê partî, rêxistin, tevger û komên olî yên kurdan axaftin hatin kirin.
Deklarasyona KNKê
Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li qada mîtîngê danezana 102. salvegera Peymana Lozanê ragihand.
Danezan ji aliyê Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus ve hat xwendin. Di danezanê de banga yekîtiya neteweyî di navbera partî û saziyên kurdan de hat kirin.
YNKê Bextiyar Şêxanî piştî ragihandina deklerasyonê axaftinekê kir. Şêxanî wiha balê kişand ser têkoşîn ali dijî Peymana Lozanê:
“Her çiqasî welatê me parçekirî be jî, hêzên dagirker negihîşti armancên xwe. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku nerazîbûna xwe ya li dijî vê peymanê bi helwesteke hevpar nîşan bidin.”
Zubeyîr Aydar: Em ji bo yekitîya neteweyî amade ne
Endamê Konseya Rêveberî a KCK’ê Zûbeyîr Aydar di axaftina xwe de statukoya li ser Peymana Lozanê hatîye avakirin red kir.
Aydar gotinên xwe wiha dom kir:
“Em îro li vir in da ku careke din eşkere bikin ku em vê statûkoyê nas nakin. Di dema ku ev statûko ber bi hilweşînê ve diçe, divê em Kurd bi stratejiyeke hevpar bên ba hev. Dema ku peymaneke nû tê çêkirin, divê em amade bin. Ger em yek bin, em bikarin di civînên ku bên kirin de cih bigirin. Ger stratejiyeke me ya hevpar hebe, em dikarin statûya Kurdistanê bidin qebûlkirin. Erka me divê ev be. Li vir KNK’ê daxuyaniyek belav kir, em wekî KCK ji bo cîbicîkirina her bangeke di vê daxuyaniyê de amade ne. Em ji bo her tiştê ku dikeve ser milê me ye amade ne. Ji bo konferansa yekîtiya neteweyî jî em amade ne ku erkên xwe bi cih bînin. Em careke din li vir daxuyaniyê didin, em ji bo konferansa yekîtiya neteweyî amade ne. Werin em yek bin, Lozana ku li ser me hatiye ferzkirin parçe bikin, azadiya gelê xwe û statûya welatê xwe ava bikin.”

Piştî Aydar, Serokê Partiya Demokratîk a Çep a Kurdên Sûriyê Salih Ged Walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr jî axaftinekê kir.
Herwiha, li ser ser navê PJAK, GORAN, PÎK, Rêveberiya Xweser a Rojava, Suryanî, Asûrî û hin rêxistin û tevgerên din jî axaftin hatin kirin.
Infowelat
————————————————–
Foto: Meşa mezin a li Lozanê