Erdogan di axaftina xwe ya dirêj de, serfirazîya têkoşîna çekdarîya gelê kurd îtîraf kir, balê kişand ser sûcên dewleta tirk û destnîşan kir, hemû hewldanên dewleta tirk ya ji bo têkbirina doza rizgarîya kurdan bi ser neketine.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan derbarê meseleya çekdanîna PKKê de axivî.
Erdogan gotinên derbarê prosesê de di 32.Civîna Şêwirmendî û Nirxandinê ya AKPê de kirin.
Erdogan di axaftina xwe de dirêj de, serfirazîya têkoşîna çekdarîya gelê kurd îtîraf kir, balê kişand ser sûcên dewleta tirk û destnîşan kir, hemû hewldanên dewleta tirk ya ji bo têkbirina doza rizgarîya kurdan bi ser neketine.
Erdogan têkoşîna çekdarî ya gelê kurd wekî “teror” pênase kir û got, di encam de 10,000 jê leşker, 50,000 hezar welatîyên Tirkîyeyê jîyana xwe ji dest dane û fatoreyeke 2 trîlyon dolar derketîye pêşîya dewletê.
Sûcên dewleta tirk
Lîderê tirk bi van gotinan serfirazîya têkoşîna çekdarî û sûcên dewleta tirk qebûl kirin:
“Her hikumeta hat ser kar got ew ê koka terorê bîne lê tevî jî teror hem li nava erdê me hem jî li erdên welatên din ku ji xwe re kir stargeh bi dawî nebû. Di vê nuqteyê de para hin kiryayên şaş ên dewletê jî hene. Torosên Spî yek ji wan in. Kuştinên faîlê wan ne dîyar yek ji van bûn. Girtîgeha Dîyarbekirî yek van bûn. Gundên hatin şewitandin, mirovên ku di şevekê de neçarî koçê hatin kirin, dayikên ku di girtîgehan de nikaribûn bi zarokên re xwe re kurdî biaxivin hin ji van kiryarên şaş bûn.”
Erdogan got, “têkoşîna li derveyî hiqûqê û bi rêbazên ne rewa beravajîya wê biqedîne, terorê hîn bêtir zêde kir” û da zanîn, “em hemû bi hev re berdêlên şaşîyan dan.”
2 trîlyon dolar
Erdogan qala encamên şerê bi PKKê re kir û dîyar kir, “di aborîyê de fatoreyeke bi qasî 2 trîlyon dolar derket pêşîya me.”
Tevî vê jî Erdogan pesnê tedbîrên li hemberê PKKê yên rêveberîya AKPê ku di 2002an de dest pê kir, kir û got, ligel têkoşînê wan di vê meseleyê de reforman jî pêk anîne.
Herwiha got, Tirkîye li derveyî welat “trafîkeke berfireh a dîplomasîye” meşandine û wan sanayîya parastinê ya Tirkîyeyê pêş xistine û bi operasyonên derveyî sînoran sînorên Tirkîyeyê “tam kontrol” kirine.
Tevî vê jî Erdogan bi van gotinan têkçûna dewlea tirk li hemberê têkoşîna rîzgarîya kurd bi van gotinan qebûl kir:
“Piştî çalakîya ewil a 1984an dewleta Komara Tirkîyeyê ji bo bidawkirina terorê her rêbazî bi kar anîye. Bi rêya lênerîna mînakên li cîhanê, ji têkoşîna çekdarî cudatir formul hatine ceribadin. Lêbelê yek ji wan jî bi ser neketin.”
Paşê, şefê dewleta tirk derbarê prosesa muzakereyan de got, “Me ligel Devlet Bahçelî hin gav hatin avêtin û pêvajoyeke pir hessas me meşand.”
Kevana 41 salan
Erdogan derbarê merasîma şevitandinê ya gerîlayên PKKê de wiha axivî.
“Ji duh û vir ve, înşelaj belaya 47 salan a terorê bi dawiyê bû. Tirkîye rûpeleke dirêj, biêş û bi hêsrên çavan tije, ji duh û vir ve dest bi girtinê dike. Îro em ji jîr nekin ku rojeke nû ye. Îro di dîrokê de rûpeleke nû vebûye. Îro derîyên Tîrkîyeya mezin, Tirkîyeya xurt, sedsala Tirkîyeyê heta dawîyê vebûne.
Erdogan îdîa kir di proseya îro de muzakere nehatine kirin û ew “hemû hewldanên biratîyê pêş de dixin ji nêzîk ve dişopînin.
Erdogan xwedîderketina Bahçelî û xwe ya ji bo prosesê îfade kir û derbarê bidawîbûna têkoşîna çekdarî de gotinên bi xwe bawer kirin:
“Me û kadroya birêz Bahçelî ji bo Tirkîyeya bê teror xwîn, can û hemû jiyana xwe danîn holê. Em neketin nav tu karî ku xêra wê bo Tirkiyê neba û îro jî polîtîka û hewldanên me ji bo Tirkîyeyê ye. Hûn ê me li nuqteya herî li pêş bibînin.”
Erdogan di axaftina xwe de kesên dixwazin şer bidome jî bi gotinên giran sûcdar kirin û got “ev derdor wê bê kar bimînin.”
Erdogan gotinê careke din anî ser şerê çekdarî ya ji 41 salan didome û got “kevana 41 salan tê girtin.”
Tifaqa kurd-tirk
Ber bi dawîya axaftina xwe de şefê dewleta tirk vê carê jî gotinê anî ser têkiliyên dîrokî yên kurd û tirkan.
Erdogan Şerê Milazgirê, fetha Qudsê, ya Stenbolê, parastina Çanakkaleyê û Şerê Serxwebûnê yê Tirkan wekî şer û serkeftinên hevpar ên tirk, kurd û ereban pênase kirin.
Îtîfaqa tirk û kurdan wekî çavkanîya halxweşîya tirkan hat nîşandayîn û herwiha Erdogan sebeba xizanî û têkçûnên dîrokî wekî encamên xerabûna vê tifaqê şîrove kir.
Axaftina rûbirû
Erdogan piştî ajîtasyona xurt a li ser xêra biratîya bi kurdan re gotinê anî ser muzakereyan van gotinên balkêş kirin:
“Em ê aniha li hev rûnên û biaxivin. Em ne bi çekan re, ne bi şîdetê re biaxivin, em ê ne ji bo pevçûnê lê ji bo mihebetê, ji bo biratîyê biaxivin. Em ê astengîya terorê ya di navbera xwe rakin û rûbirû, dilbidil, rûberû biaxivin. Em ê hemû meseleyên xwe bi rêya axaftinê çareser bikin.”
Komîsyona di parlamentoyê de
Şefê hikumeta tirk Erdogan da diyarkirin ku ew dê li bin Parlamentoyê Tirkiyê ji bo “pêdivîyên hiqûqî yên prosesê “ li Parlamentoya Tirkîyeyê komîsyonekê ava bikin.
Erdogan meseleya muzakereyan wiha zelal kir:
“Em wekî Tifaqa Cumhûr, wekî AKP û MHPê û di heman demê de tevlî heyeta DEMê em ê vê prosesê bikemilînin û ber bi siberojê ve bibin.”
Erdogan bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi nûnerên DEM partîyê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan re jî û da zanîn, wan li ser pêşxistina prosesê gotûbêj kirine.
Rojava û Başûr
Lîderê tirk di dawîyê de got, meseleya kurdên li Iraq û Sûrîyeyê jî meseleya Tirkîyeyê ye. Şefê dewleta tirk êrişên dewleta xwe û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji bîr kirin û got “Jiyana di nava hizûr, aştî û ewlekarîyê de yê birayê min î li Sûrîyeyê jî meseleyeke ji bo nebenabe ye ji bo me.”
Infowelat
———————————————
Foto: Recep Tayîp Erdogan