Elon Musk Partîya Amerîkayê damezrand

Elon Musk dijberîya xwe ya Trump derxist asteke herî bilind.

Mirovê herî dewlemend ê cîhanê got, wî Partîya Amerîkayê ava kirîye.

Elon Musk ku mirovê herî dewlemend ê cîhanê ye partîyekê ava kir.

Musk di parvekirina Xê ya di 5ê tîrmehê de got, wî Partîya Amerîkayê ava kirîye.

Musk got, “Ji sêyan duyê we parîtyeke nû ya polîtîk daxwaz dike. Loma jî hûn ê bibin xwedîyê wê.”

Karsazê amerîkî di berdewamîya peyama xwe de, dîya kir ew “di nava sîstemeke yek-partîyê de lê ne di nava demokrasîyê de dijîn.”

Berîya van gotinan, Musk li ser platorma xwe Xê rapirsîyeke ji bo damezrandîna partîyekê belav kiribû.

1.2 milyon bikarhênerên Xê tevlî vê rapirsîyê bûn û wekî Musk qal kir, piranîya wan avakirina partîyekê daxwaz kirin.

Paşxaneya alozîya Trump-Musk

Paşxaneya ku Musk anî vê nuqteyê xwe dispêre alozîya Trump û Musk.

Musk di kampanyaya hilbijartinê de desteka aborîyê dabû Trump ê platforma Xê xistibû bin xizmeta Trump.

Trump dema hatibû ser kar, Departmana Kêrhatîbûna Hikumetê (DOGE) damezrandibû û Musk kiribû berpirsê wê.

Armanca vê departmanê kêmkirina lêçûyînên hikumeta federal bû.

Musk bi vê armancê bi hezaran xebatkarên federal ji kar derxistibûn.

Paşê ji ber pêşniyazqanûnekê navbera Trump û Musk xera bûbû.

Trump xwestibû bi vê pêşnîyazqanûnê 10,000 kesan di Saziya Koçberî û Parastina Gumrigê (ICE) de peywirdar bike û hejmara hêzên parastina sînor 3.000  zêde bike.

Elon Musk gotibû wê vê gavê bibe sebeb deynê hikumeta federal zêde bibe ê bi eşkereyî Trump sûcdar kiribû.

Trump jî Musk ji hikumetê derxistibû û bi vî awayî herdu bûbûn dijberê hev.

Serweta 381 milyar dolarî

Elon Musk CEOyê şîrketên Tesla û SpaceXê ye û herwiha xwedîyê platforma herî mezin a sosyal Xê ye.

Serweta Musk li derdora 381 milyar dolar e û bi vê encamê Musk mirovê herî dewlemend ê cîhanê ye.

Infowelat

———————————————-

Foto: Elon Musk 

Gelo Elon Musk silava nazîyan da?

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …