Konferansa Brukselê: Dawî li sîyaseta înkarê bînin

Encamnameya konferansa “Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf” ya li Brukselê hat lidarxistin, hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de ji Tirkîyeyê hat xwestin ku ciyên gorên Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên hatine darvekirin eşkere bike.

Herwiha hat daxwazkirin, “mekanîzmayên rûbirûbûna bi êşa rabirdûyê re saz bikin, rastiyê eşkere bikin, edaletê pêk bînin, wijdanan rehet bikin û aştîya civakî gengaz bikin.”

Encamnameya konferansê wiha ye:

Ev konferansa ku di 27-28’ê Hezîrana 2025’an de li Brukselê hat lidarxistin, bi boneya sedemîn salîya Serhildana Şêx Seîd, ku şopên kûr li ser bîra dîrokî ya gelê Kurd hiştiye, hat lidarxistin. Ev çalakî ya bi sernavê “Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf”, li ser bîra berxwedana dîrokî, daxwaz û berdewamîya çandî ya Kurdan sekinî û bi beşdarîya akademîsyen, nivîskar û lêkolîneran platformek nîqaşê ya piralî afirand.

Di konferansê de mijarên jêrîn bi berfirehî hatin nirxandin:

– Çarçoveya dîrokî, sîyasî û civakî û sedemên serhildana 1925’an,

– Vîzyona sîyasî ya Cemîyeta Azadî û têkilîya wê bi serhildanê re,

– Şîdeta ku dema tepeserkirina serhildanê de hatîye bikaranîn û bandorên wê li ser roja îro,

– Pêvajoya darizandin û darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî,

– Bandorên vê serhildanê li ser tevgera neteweyî ya Kurd û bîra çandî,

– Bîranînên rêberên Kurd ên ku bêgor hatine hiştin û wateya wê ya roja îro.

Pêşkêşî û nîqaşên di konferansê de eşkere kirin ku serhildana 1925’an ne “bûyerek bû ku di demên berê de qewimî û bi dawî bû”, lê meseleyeke rastî, bîr û edaletê bû ku îro bi awayên cuda berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin van çavdêrî û bangan bikin:

  1. Rastîya ku gorên Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji darvekirina wan ya sala 1925’an ve nehatine eşkerekirin, ne tenê ji bo malbatên wan û gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo hemî kesên xwedî wijdan û mafê mirovan ên gerdûnî neheqîyek cidî ye. Ji ber ku nebûna gorekê tê wateya tune hesibandina mirîyî. Nezanîna cihê meyîtê mirovî rê li ber şîna civakî, yadkirin û bîranînê digire.
  2. Ji ber vê yekê, nebûna gorekê ne tenê kêmasîyek fizîkî ye; ew di heman demê de rêyek e ji bo tepeserkirina bîranînê, kontrolkirina cîh û paşguhkirina mafê şîna kolektîf a gelî ye. Kesên ku bê gor dimînin, hewl tê dayîn ku ji dîrokê werin jêbirin û bêrûmetkirin da ku nasnameya kolektîf were jibîrkirin. Ji ber vê sedemê, di têkoşîna wan a ji bo edalet û naskirina dîrokî de, ev rewş hîn jî yek ji daxwazên herî bingehîn û lezgîn yên gelê Kurd in.
  3. Tevî ku hemû agahîyên li ser vê gora komî di arşîvên dewletê de heye jî, rastîya ku heta niha tu daxuyanîyek fermî li ser nehatîye dayîn nîşan dide ku îradeya rûbirûbûna bi rabirdûyê û rastîyê re tune. Dîyarkirina cihê gorê, destnîşankirina wê bi rêbazên zanistî û vegerandina cenazeyan bo malbatên wan berpirsyarîyên mirovî ne ku sed sal in nehatine bicîhanîn.

Ev praktîka bênîşan hiştina goran ne tenê bi Şêx Seîd û hevalên wî ve bi sînor e.

– Kesayetên ku di sala 1930î de li Geliyê Zîlan  u di sala 1935an de li Sasonê hatin qetilkirin di gorên komî de hatin veşartin.

– Cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî, ku piştî Komkujîya Dêrsimê ya 1937’an hatin bidarvekirin, heta roja îro nehatine eşkerekirin.

– Ev sîyaseta bênîşankirin û jêbirina bîranînê wekî sîyasetek fermî di hemû serhildanên wê serdemê de hat bicîhanîn.

– Bi heman awayî, gora Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî, ku di sala 1960’î de li sirgûnê jîyana xwe ji dest daye û ligel ku wesîyet kirîye ku li Bedlîsê were veşartin jî, winda ye.

  1. Yek ji şertên herî bingehîn ên Tirkîyeyê ji bo aşitîyê bi gelê Kurd re, rûbirûbûna bi pirsgirêkên bîranîn û rastîyê re ye. Veşartina goran, krîmînalîzekirina kesayetên dîrokî û bêrêzîya li hember bîranînên wan astengîyên cidî ne li pêşîya aştîyeke mayînde.
  2. Ji ber van sedeman, em bang li Komara Tirkîyê û sazîyên rayedar dikin ku gavên berbiçav ên jêrîn bavêjin:

– Cihên gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Seyit Abdulkadir Nehrî, Şêx Şerîf, Yusuf Zîya, Reşoyê Silo, Şêx Resûl, Biroyê Heskê Têlî, Şêx Zahir û Seîd-î Kurdî, kesayetên ku ji bo gelê Kurd nirxên mezin ê dîrokî, sîyasî, çandî û sembolîk in û heval û şopdarên wan yên ku bi wan re jîyana xwe ji dest dane eşkere bikin; cenazeyan vegerînin bo malbatên wan, rê li ber rûbirûbûna civakî vekin; dawî li êriş, bêrêzî û nêzîkatîyên înkarger yên li hemberî bîranîna van kesan bînin.

– Dev ji gotinên buxtankar û dijminane yên li hember van kesayetan yên di diroka fermî, vehenana dewletê u pergala perwerdehîyê de berdin. Ji bo ku heqîqet derbikeve holê divê hemî arşîvên xwe ji raya giştî re vebikin.

– Mekanîzmayên rûbirûbûna bi êşa rabirdûyê re saz bikin, rastîyê eşkere bikin, edaletê     tenzîm bikin, wijdanan rehet bikin û aştîya civakî gengaz bikin.

  1. Ev sed sal in ku sîyaseta inkar, îmha, sêdaredan û tasfîyeyê berdewam e. Piranîya serhildanên Kurdan bi mahkeme û sêdaran re rûbirû mane. Serhildana dawîn a kurdan a di bin pêşengtîya Birêz Abdullah Ocalan de ku eve 52 sal in berdewam dike, niha li ser maseya muzakereyê ye. Bi vê munasebetê em bang li rayedarên dewleta Turkîyeyê dikin ku dawî li sîyaseta înkarê bînin, dev îmha û tasfîyeyê berdin, maf û rastîya gelê Kurd nasbikin.

Aşitî ne tenê bi bêdengkirina çekan mimkun e; lê di heman demê de bi dayîna mafê zindîyan, dîtina cihekî ji bo mirîyan, naskirina bîranînên wan, dayîna mafê wan û rûbirûbûneke bingehîn bi rastîya rabirdûyê re mimkûn e.

Infowelat

————————————–

Foto: Şêx Seîd û dîmenê wî yê darvekirinê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …