A.Rahman Çelîk
Yekîtiya Ewrûpayê têkîliyên bi Îsraîlê re di ber çav re derbas dike.
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiyê li ser Peymana Hevkariyê ya bi Îsraîlê re radiwestin.
Rapora li ser Peymanê hatiye amadekirin, destnîşan dike ku Îsraîl mafên mirovan binpê dike.
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo têkîliyên bi Îsraîlê di ber çav re derbas kin, tên gel hev.
Di civînê de, rapora ku ji aliyê Serwîsa Têkîliyên derve ya Ewrûpayê EEAS’ê ve hatiye amadekirin, tê nirxandin.
EEASê li ser nêzîkbûna Îsraîlê ya Peymana Hevkariyê raporek amade kiribû.
Di raporê de tê destnîşankirin ku nîşane hene, Îsraîl bi binpêkirina mafên mirovan, Peymana Hevkariyê ya bi Yekîtiya Ewrûpayê re binpê kiriye.
Peymana Hevkariyê ya di navbera Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê de hatiye îmzekirin, ji diyaloga siyasî heta bazirganiyê, di gelek waran de têkîliyan saz dike.
Meha gulanê Hollandê daxwaz kiribû ku ev peyman di ber çav re bê derbas kirin û ji 27 welatên Yekîtiyê 17 welatan piştevanî dabûn daxwazê.
Rapor cî dide astengiyên li ber alîkariya însanî ya Xezayê, ji ciyûwarkirina filîstîniyan, êrîşên Îsraîlê yên li dij nexweşxane û tesîsên tendurustiyê, êrîşên dibin sedema hemarên zêde kuştiyan û hesabnedayîna rêveberiya Îsraîlê.
Di raporê de tê gotin ku astengdayîna Îsraîlê ya li ser xurek, derman, alavên tibbî û alavên din ên jiyanî, li herêmê bandorê li ser temamê nifûsa Xezayê dike.
Infowelat
——————————————-
Foto: Ursula von der Leyen û Benyamîn Netanyahû