Balafirên Amerîkayê di 21ê hezîranê de bombe li tesîsên nukleer ên Îranê barandin.
Bi vî awayî, nezelalîya di warê ka wê Amerîka êriş bibe ser Îranê an na bi dawî bû.
Tê texmînkirin Amerîka tevlî Îsraîlê dixwaze rejîma dînî ya Îranê hilweşîne û dewsa wê de rêveberîyeke din a bi wan re li hev bîne serî.
Rejîma Îranê ji damezrandina xwe û vir ve bi krîza xwe ya herî mezin re rûbirû ye.
Îrana di bin kontrola rejîma îslamî piştî Îsraîlê rastî êrişa Amerîkayê hat.
Balafirên Amerîkayê di 21ê hezîranê de bombe li tesîsên nukleer ên Îranê barandin.
Bi vî awayî, nezelalîya di warê ka wê Amerîka êriş bibe ser Îranê an na bi dawî bû.
Du roj berîya êrişê Trump gotibû, wê “Amerîka di nava du hefteyan de biryara xwe bide.
Loma jî êrişa jinişkave ya balafirên amerîkî ji bo gelekan bû suprîz.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bû kesê yekemîn derbarê êrişê de daxuyanîyekê da.
Trump got, tesîsên çêkirina çekên nukleer ên Îranê bi tevahî hatine ruxandin.
Lîderê amerîkî dîyar kir, tesîsên Fordo, Netenz û tesîseke din a li Îsfahanê ji alîyê balafir û fuzeyên Amerîkayê hedef hatine girtin.
Reaksîyon çawa bûn?
Li Rojhilata Navîn lîderê herî zêde ji vê êrişê kêfxweş bû bê guman serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bû.
Netanyahûyê bi daxuyanîyekê destekê da êrişa Amerîkayê.
Bi vê encamê, Îsraîlê di hewldana xwe ya ku Amerîkayê jî tevlî êrişê bike, bi ser ket.
Daxuyanîya welatên mezin ên Ewrûpayê jî ne li gorî dilê rejîma Îranê bû.
Brîtanya, Almanya û Fransa bi daxuyanîyeke hevpar bang li Îranê kirin ji bo fikarên li ser bernameya xwe ya atomê ji holê rake tevlî hevdîtinan bibe.
Herwiha, heman welat ji Tehranê daxwaz kirin, alozîyê kûrtir neke.
Rûsya bi daxuyanîyeke di 23ê hezîranê de ji ber êrişê Amerîkayê “şermezar” kir.
Lê tevî vê jî, tu ke ne li bendê ye Rûsya ji şermezarkirinê pê be tiştekî ji bo Îranê bike.
Armanc hilweşîna rejîmê ye?
Di roja ewil a êrişê de Trump got, armanca wan bi tenê hilweşandina bernameya çekên nukleer a Îranê ye.
Cîgirê serokê yê Amerîkayê JD Vance û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî heman peyamê dan.
Tevî vê jî, tê texmînkirin Amerîka tevlî Îsraîlê dixwaze rejîma dînî ya Îranê hilweşîne û dewsa wê de rêveberîyeke din a bi wan re li hev bîne serî.
Infowelat
———————————————–
Foto: Balafirên B2 ku bombe li Îranê barandin