Heyeteke ji saziyên elewiyên Sûrîyeyê bi Komîseriya Bilind A Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin.
Nûneran ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirin ku qetlîaman gav beriya gavê bidin sekinandin.
Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî di rapora xwe ya li ser komkujîya elewîyan HTŞê berpirs nîşan da.
Însiyatîfa Mafên Mirovan A Sûriyê ji bo komkujîya li dijî elewiyan, li Cenevê bi Komîseriya Bilind A Mafên Mirovan A Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin.
Heyetê derbarê komkujîya HTŞê pêk anîye anîyê de raporekê pêşkêş kir.
Însîyatîfa ku ji nûnerên elewî pêk tê, Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku komkujîyê bidin sekinandin û tedbîrên mayînde bigirin.
Li pêyî hevdîtinê, sazîyên elewîyan li pêşberî avahiya Komîserîyê mitîng li dar xistin.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Swîsreyî jî piştevanî dan.
Amnesty raporek belav kir
Li aliyê din, Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî jî ji bo elewiyên li peravê Sûriyê hatine qetilkirin, raporek belav kir.
Di raporê de komkujîya pêkhatî, wekî sûcên şer hat destnîşankirin û mîlîsên hikumetê elewîyan kuştin.
Rêxistinê bang li rêveberiya demkî ya Şamê kir ku berpirsên komkujîyê bên cezakirin.
Rapor dibêje, komên çekdar ên alîgirên hikûmetê, di 8 û 9’ê adara 2025an de, li Banyasê 100î zêdetir kes kuştine.
Rêxistina Efuyê ji van kuştinan herî kêm 32 bi belge kirine.
Infowelat
———————————————–
Foto: