Şeş welat Peymana Schengenê îhlal dikin

Hin  welatên peymana Schengenê îmze kirine kontrola li ser sînoran didomînin.

Şeş welatên ku digel vê peymanê kontrola sînoran didomînin ev in:

Almanya, Awusturya, Norwêc, Swêd, Denmark û Fransa.

Endamên Yekitiya Ewrûpayê rêzê ji peymana Schengenê re nagirin.

Hin  welatên peymana Schengenê îmze kirine kontrola li ser sînoran didomînin.

Ev peyman di derbarê hatûçûna serbest a di navbera welatên de ye ku bûne aliyê vê peymanê.

Lewma jî kontrola li ser sînoran peymana Schengenê îhlal dike.

Şeş welatên ku digel vê peymanê kontrola sînoran didomînin ev in:

Almanya, Awusturya, Norwêc, Swêd, Denmark û Fransa.

Komîsyona Ewrûpayê bi rapora xwe ya derbarê Schengenê de balê kişand ser vê mijarê.

Komîsyonê di raporê derbarê meseleyê de agahiyên dawî parve kir û bang li welatên eleqeder kir di sala 2023’an de dawî li kontrola li ser sînoran bînin.

Kurtedemek berê jî Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê biryar dabû, tu bingeheke hiqûqî tune ye Almanya, Denmar û welatên din ên Schengenê kontrolên xwe bidomînin.

Kurtedemek berê jî Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê biryar dabû, tu bingeheke hiqûqî tune ye Almanya, Denmar û welatên din ên Schengenê kontrolên xwe bidomînin.

Komîsyona Ewrûpayê xwedî maf e li hemberê welatên hiqûqa Yekitiya Ewrûpayê binpê dikin prosedurên cezayê bide destpêkirin.

Lêbelê Komîsyona Ewrûpayê heta niha gaveke wiha navêtiye û di dewsa vê de xwe bi şopandin û pêşniyazan bisînor dike.

Komîsyonê dixwaze welatên endamên Schengenê bi dilxwazî dawî li pratîka xwe ya kontrola sînoran bînin.

Yek pêşniyazeke Komîsyonê kontrola elektronîk a sînoran e.

Ev jî ji şopandina hatûçûnê û kontroleke berfireh a agahiyên rêwiyan pêk tê.

Komîsyon di wê baweriyê de ye wê bi saya van tedbîran wê pêdivî bi nuqteyên kontrolê yên li ser sînoran çênebe.

Peymana Schengenê di 1995’an de li Luxemburgê hate îmzekirin.

26 welat di çarçoveya vê peymanê de kontrola sînoran a di navbera xwe de ji holê rakirin.

Peymana Schengenê

Harîteya welatên endam ên Schengenê.

Peymana Schengenê di 1995’an de li Luxemburgê hate îmzekirin.

26 welat di çarçoveya vê peymanê de kontrola sînoran a di navbera xwe de ji holê rakirin.

22 ji welatên peymanê îmze kirin endamên Yekitiya Ewrûpayê ne.

Welatên endam ên vê peymanê ev in:

Almanya, Awusturya, Belçîka, Komara Çek, Denmark, Estonya, Fînland, Fransa, Holanda, Hûngarya, Island, Îspanya, Îtalya, Latviya, Liechtenstein, Lîtwanya, Luxembourg, Malta, Norwêc, Polonya, Portûgal, Slovakya, Slovenya, Swêd û Swîsre.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …