COP27 sibe li Misrê dest pê dike

 

Fatoş Demirtaş

Misir malovaniya Civîna avhevayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP) dike.

Lê ji niha ve ne diyare ka kîjan welat di kîjan asta temsiyetê de wê tevlî civînên îsal bibe.

Sebeba vê yekê bandora şerê li Ûkraynayê li ser siyaset û rêxistinên navneteweyî ye.

Civîna avhevayê ya Neteweyên Yekbûyî COP wê di navbera 6-18 mijdarê de li Misrê bê lidarxistin.

Bajarê Şarm El-Şêx ê li vî welatî wê îsal malovaniya vê bernameya herî mezin a li ser avhewayê bike.

Civîna salane ya îsal wekî COP 27 (Konferansa Aliyan 27) tê binavkirin.

Ji bo beşdariya vê bernameya berfireh heta niha li derdora 200 welat hatin vexwendin.

Lê ji niha ve ne diyare ka kîjan welat di kîjan asta temsiyetê de wê tevlî civînên îsal bibe.

Sebeba vê yekê bandora şerê li Ûkraynayê li ser siyaset û rêxistinên navneteweyî ye.

Bo nimûne, tu kes ne li bende ye Vladimir Putin tevlî civînên li Misrê bibe.

Lê digel vê jî çav li rê ye heyeteke ji Rûsyayê di bernameyê de Rûsyayê temsîl bike.

Dîsa, hîn ne zelale ka wê lîderê Çînê Xi Jinping tevlî COP27’an bibe an na.

Herçiqas Misrê ji hemû hêzên cîhanê xwest dijberiyên xwe deynin aliyekî din jî, tu kes bawer nake ev bang bigihîje armanca xwe.

Çîma COP27 li Misrê tê lidarxistin?

Herî kêm 20 milyon mirovên li vê parzemînê ji ber hişkesaliyê bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Ev cara pêncemîn e ku bernameya COPê li welatekî Afrîkayê tê lidarxistin.

Bi vê bernameya li Misrê armanc ev e, bandorê guherînên avhewayê yên li ser Afrîkayê zêdetir têkeve rojeva cîhanê.

Wekî tê zanîn, guherîna avhewayê zirareke mezin dide welatên Afrîkayê.

Herî kêm 20 milyon mirovên li vê parzemînê ji ber hişkesaliyê bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Çima pêdivî bi COPê heye?

Eger germahiya avhewayê 1.7 an 1.8 derece ji germahiya ji sala 1850’an zêdetir bibe, ev ê bandoreke wekî karesatê li ser cîhanê bike.

Ew ê hişkesalî zêde bibe, çavkaniyên avê yên cîhanê gav bi gav kêm bibe û li aliyekî din bahoz û lehiyên har li hin aliyên cîhanê pêk were.

Cîhan ji ber hilberîna sanayî, çandinî û bi giştî jî awayê jiyana mirovahiyê her ku diçe zêdetir germ dide.

Zanyar diyar dikin, ji niha ve cîhan 1.1 pîle germ bûye û germahî niha ber bi 1.5 pîleyê ve diçe.

Eger germahiya avhewayê 1.7 an 1.8 pîle ji germahiya ji sala 1850’an zêdetir bibe, ev ê bandoreke wekî karesatê li ser cîhanê bike.

Ew ê hişkesalî zêde bibe, çavkaniyên avê yên cîhanê gav bi gav kêm bibe û li aliyekî din bahoz û lehiyên har li hin aliyên cîhanê pêk were.

Mijarên sereke yên COP27 

Hin mijarên sereke yên bernameya li Misrê ev in:

  • Kêmkirina emîsyonên gazên xisar didine atmosferê
  • Bi mebesta bi bandorên guherîna avhewayê re têkoşînê bikin alîkariya ji bo welatan (Ev ji alîkariya pereyan û ya teknîkî pêk tê)
  • Pêkanîna sozên kêmkirina bikaranîna komirê
  • Avakirina bazareke karbonê (li gorî zirara didin avhewayê zêdekirina baca berhemên karbonê.)

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …