Li Tehranê peymana veguheztina transît hat îmzekirin

Îran û Rûsya hevkariya xwe her ku diçe pêş de dibin

Her du alî tevlî çend welatên Asyaya Navîn peymaneke veguheztina transît îmze kirin

Nûnerên Rûsya, Kazakistan, Kirgizistan, Tacikistan, Turkmenistan, Uzbekistan û Azerbeycan li Tehranê tevlî rêvebiriya Îranê civîneke li ser hevkariya vegiheztina transît li hev civiyan.

Di civîna bi navê “Yekemîn Civîna Wezîran a Li ser Hevkariya Transît” astengiyên di warê vê mijarê de bên mijara gotûbêje.

Paşê nûnerên hemû welatên amadekar li ser mijarê peymanekê îmze kirin.

Wezîrê Îranê Yê Pêşdebirina Rêyan û Bajarvaniyê Rustem Qasemî li ser girîngiya vê peymanê axivî û peyman ji bo Îranê wekî firsend bi nav kir.

Qasemî got, “Rûsya 30 milyon ton komir û 20 milyon ton gubre ixracî Hindîstanê dike. Ev yek jî firsendê dixe destê Îranê. Endustriya ragihandinê wê halxweşiye bîne herêmê.”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a Kurdistanê hat weşandin

Di hejmara gulanê ya Kurdistanê de dosyeya Şaredarî û Polîtîkaya Ziman cî digire. Hevpeyvîneke din …