A. Rahman Çelîk
Yûnanistan bû endamê demkî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Atînayê wê di serdema xwe de 6 xalên sereke derxe pêş.
Ji van xalan a herî giring mesekeya dagirkirina Kibrisê ya jî alîyê Tirkîyeyê ye.
Yûnanistanê di 1ê kanûna pêşîn a 2025an de dest bû endamê demkî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).
Peywira nû ya Yûnanistanê wê heta 2 salan dom bike.
Atînayê ji bo vê dema xwe ya xebatê 6 xalên sereke diyar kir.
Bernameya Hikumeta Atînayê
Xalên ku Yûnanistan wê derxin pêş ev in:
- Çareseriya pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane
- Rûmeta Hiqûqa Navneteweyî û rêbaz û têgehên Şertê Neteweyên Yekbûyî
- Ji bo aştiya mayînde û halxwesiyê bihêzkirina ciyê jinan
- Têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û rîskên ewlekeriyê yên ji ber vê sedemê çê dibin
- Parastina zarokan ji pevçûnên çekdarî
- Ewlekariya çûnûhatinê
Demeke dijwar ji bo Tirkîyeyê
Ji van xalên ku Yûnanistan derdixin pêş, xalên “Çareseriya pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane”“Rûmeta Şertê Neteweyên Yekbûyî”, û “Ewlekariya çûnûhatine” ye.
Ev jî rasterast bi Tirkîyeyê re têkilkdar tê dîtin.
Yûnanistan hem di meseleya Kibrisê û him jî di rageşiyên Ege û Deryaya Navîn de hiqûqa navneteweyî destnîşan dike û Tirkîyeyê bi binpêkirina van qaîdeyan tawanbar dike.
Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistan Yorgo Gerapetritis li ser mijarê daxuyanî da çapemeniyê.
Yorgo Gerapetritis destnîşan kir ku armanca wan ew e, di seranserê dema endamtîya wan a Konseya Ewlekarîyê de meseleya Kibrisê di rojevê de bigirin.
Foto: Ala Yûnanistanê