Derdê Tirkîyeyê girtîyên DAIŞê ne

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Bernard Quintin bi Hakan Fidan re hevdîtînekê kir.

Tevî ku mijara hevdîtinê têkilîyên Tirkîye û Belçîkayê bûn, Fidan di daxuyanîya piştî hevdîtinê de meseleya girtîyên DAIŞê derxist pêş.

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Bernard Quintin ji bo hevdîtinê çû Tîrkîyeyê.

Quentin ki Enqereyê re bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fidan re hevdîtinekê li dar xist.

Tevî ku mijara hevdîtinê têkilîyên Tirkîye û Belçîkayê bûn, Fidan di daxuyanîya piştî hevdîtinê de meseleya girtîyên DAIŞê derxist pêş.

Wezîrê dewleta tirk acizîya xwe ya ji bo kontrola Rojava ya li ser girtîyan anî rojevê û got, ew ê di vê mijarê de gavan bavêjin.

Fidan politikaya Tirkîyeyê wiha îzeh kir:

“Girtina van kesan li herêmê bûye sebeba qeyranê. Ji bo çareseriya mijarê hin pêşniyarên me hene. Em amade ne ku dest bavêjin vê meseleyê.”

Quintin wezîrê demî ye

Bernard Quintin endamê partîya rastgir MRê (Tevgera Reformê) e ku partîya wî di hilbijartinê hezîranê de li Walonyayê bûbû yekemîn.

Quintin piştî ku Hadja Lahbib bû Wezîra Wekhevîyê ya Yekitîya Ewrûpayê, di dewsa wê de bû şefe diplomasîya Belçîkayê.

Ji niha ve ne dîyar e ka wê Bernard Quintin di hikumeta nû ya Belçîkayê de cî bigire an na.

Loma jî tevî payeya wezîrêyê, profîla sîyasî ya Quintin ne xurt e.

Infowelat

———————————————————

Foto: Bernard Quintin û Hakan Fidan/Medyaya Civakî 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …